?>

Peyama Emîr-Ebdullahiyan piştî vegera kompapora 75-an a Artêşa Îranê ji wezîfeyekê li Oqyanûsa Atlantîkê

Peyama Emîr-Ebdullahiyan piştî vegera kompapora 75-an a Artêşa Îranê ji wezîfeyekê li Oqyanûsa Atlantîkê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan êvariya Yekşemê, bi minasebeta vegera kompapora (fîloya) artêşê ya 75-an, peyamek weşand.

ABNA24 : Husên Emîr-Ebdullahiyan di peyamekê de bi hilkefta vegera kompapora Deryayî ya 75-an ji yekem mîsyona xwe li Oqyanûsa Atlantîk nivîsand: Ev hebûn nîşana deshilatdariya Komara Îslamî û cihê serbilindî û şanaziyê ye ji bo hemû neteweya birûmet a Îranê û piştevaniyek mezin e ji dîplomasiya bi rûmet di siyaseta derve de.

Kompapora (Fîloya) 75emîn a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, ku ji paporşikêna îranî ya Sehend û Paporbendera ya Mekranê pêk tê, pêncşemiya buhurî piştî 133 rojan deryageriyê li deryayên vekirî û oqyanûsan û piştî derbaskirina 44 hezar Km-an, vegeriya nav avên axa Komara Îslamî ya Îranê. 

Bi armanca zêdekirina otorîteya deryayî, ewlekirina xetên deryayî û xurtkirina dîplomasiya deryayî, vê kompaporê dest bi wezîfeya deryayî li Oqyanûsên Hîndistan, Başûr û Bakûrê Atlantîkê kir û bi rakirina ala Komara Îslamî ya Îranê, peyama neteweya mezin a Îranê ya aştî û dostaniyê ji neteweyên re şand.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*