?>

Peyama pîrozbahiya Zerîf bi boneya azadkirina başûrê Libnanê

Peyama pîrozbahiya Zerîf bi boneya azadkirina başûrê Libnanê

Wezîrê karên derve yê Îranê cejna Berxwedanê û salvegera azadkirina başûrê Libnanê li Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Wezîrê karên derve yê vî welatî pîroz kir.

ABNA24 : Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê bi peyamên cuda bo Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Zîne Eker sergêrê Wezareta derve ya Libnanê, cejna Berxwedan û Azadiyê û salvegera azadkirina pîrozmendane ya başûrê Libnanê ji destê hêzên destdirêjker ên Rêjîma Siyonîst bi mêrxasî û fedakariya têkoşerên wêrek ên Berxwedanê pîroz kir.

Rêjîma Siyonîst din 25ê Gulana sala 2000î tevî hebûna şiyanên leşkerî, li hemberî hêzên Berxwedana Libnanê teslîm bû û neçar ma ku ji başûrê Libnanê derkeve.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*