?>

Peyama pîrozbahiyê ya Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Peyama pîrozbahiyê ya Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê piştî serketina Berxwedana Filistînê di şerê diwazdehrojî digel Rêjîma Siyonîst di nameyekê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî sipasiya ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê di vî şerî da, serketina Berxwedana Filistînê li Hezretê Ayetullah Xamineyî pîroz kir.

ABNA24 : Di nameya Ziyan Nexale, Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ku roja Şemiyê hat weşandin da hatiye: Ez bi şanazî û serbilindî bi nûnertiya ji aliyê xwe û birayên xwe di fermandetiyê û têkoşerê Tevgera Cîhada Îslamî û gordanên Qudsê, serketina gelê Filistînê û berxwedana serfiraz û dilwarên wê li dijî dijminê siyonîstî û zorbêjên vê rêjîmê, li we pîroz dikim.

Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di beşeka din a peyama xwe da ragihand: Ez pêwîst dizanim şehîdê ezîz û fermandarê me yê hezkirî Hac Qasim Silêmanî bi bîr bînim ku bi şehîdbûna xwe cîgeheke mezin bi dest xist; Bi rastî ku di van kêliyên dîrokî da cihê wî yê vala tê hestkirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*