?>

Peyama pîrozbahiyê ya serokê Partiya Saadata Tirkiyê ji Serokomarê hilbijartî yê Îranê re

Peyama pîrozbahiyê ya serokê Partiya Saadata Tirkiyê ji Serokomarê hilbijartî yê Îranê re

Serokê Partiya Saadat a Tirkiyê roja Pêncşemê serketina Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartina serokomariya Îranê ya 13-an de pîroz kir.

ABNA24 : "Tamel Karamollaoglu" di peyamê de, serkeftina  Ayetullah "Reisî" pîroz kir û hêvî kir ku her du welat di her warî de hevkariya xwe ya berfireh bidomînin.

Berê, karbidestên din ên Tirkiyê ji wan serokomar Recep Tayyîp Erdogan, serkefina Ayetullah Reîsî di hilbijartina serokomariya Îranê de pîroz kir.

Roja Îniya bihurî, gera sêzdehemîn a hilbijartina serokomariya Îranê bi beşdariya bi coş a xelkê li seranserê Îranê û her weha li 133 welatan hate lidarxistin. Di vê hilbijartinê de, Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî bi zêdeyî 18 mîlyon dengan wekî heştemîn serokomarê Îranê hate hilbijartin.

Heya nuha, gelek serok û karbidestên cûrbecûr ên welatan, di nav wan serokomarê Rusya Vladimir Putin, serokomarê Çînî Xi Jinping, serokomarê Kubayê Miguel Diaz Canel, serokomarê Venezuela Nicolas Maduro, serokomarê Belarus, Alexander Lukashenko, serokomarê Nigeria Mohamed Buhari, erokomarê Cezayîr Abdul Mecîd Tabun, Serokomarê Pakistanê Arif Elewî, Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev, serokomarê Koreya Bakur Kim Jong Un, Sultanê Omanê Heysem bin Tariq ,  Emîrê Qatar Şêx Tamim bin Hemed Al Sanî û Serokwezê Hindistanê Narendra Modi, serkeftina Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartina serokomariya Îranê de pîroz kir.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*