?>

Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya mewsima Hecê

Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya mewsima Hecê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Mewsima Hecê peyamek weşand.

ABNA24: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Mewsima Hecê peyamek weşand. naveroka vê peyamê bi vî awayî ye:

 Bismillahê Rehmanê Rehîm

Welhemdulilah Rebe el-alemîn û Selellahu 'Ela Muhemed û Alihî el-Tahirîn û Sehbete el-Muntecebîn

We min tebiehum bi ihsanên ila Yewmedîn

Mewsima Hecê ku hertim mewsima hesta serfirazî, mezinahî û geşatiya cîhana Îslamê bû, îsal cihê keser û hesreta bawermendan û tûşbûna bi hesta dûrî û serneketina hezkiriyan e. Dil ji xurbeta Ke'ibeyê hesta xerîbiyê dike û Lebeyka cudamayîyan bi hêstir û axînê va tevlihev dibe.

Ev bêparbûn, demkurt e û bi hewil û qaweta Xwedê dê zêde dereng nebe, lê dersa wê yekê ku qedrgirtina nêmeta mezin a Hecê ye, divê mayînde bibe û me ji xefletê bifilitîne. Divê em îsal zêdetir ji her demekê sirra mezinahî û hêza umeta Îslamê di kombûna giştalî û cihêreng a bawermendan li herêma Ke'ibeyê û tirba Pêxember (S) û Îmamên Beqî'ê (S) his bikin û li ser bifikirin.

Hec erkeke bêhempa ye; gula sedpelg li nav ferîzeyên îslamî ye; dibê qey gişt berûlayên girîng ên kesane û civakî, û zemînî û asimanî, û dîrokî û cîhanî yên dîn, biryar e têda bên venihêrîn.

Manewiyet têda heye, lê bêyî tecrîd û kunciknişînî û xwexistina nav xelwetê. Lihevciviyan têda heye, lê dûr ji pevçûn û pîsgotin û xwestekên pîs. Ji aliyekî va heza rûhî ji dua û munacat û îbtihal û zikra Xwedê, û ji aliyê din va pêwendî û têkiliya gelanî.

Hecî bi çavekî xwe pêwendiya xwe ya kevnare digel dîrok, Îbrahîm û Îsmaîl û Hacer, bi Resûlê Xwedê di dema derbasbûna bi pîrozwerane bo Mescid ul-Heramê, û bi girseya bawermendên herî destpêkê dinêre, bi çavê din girseya bawermendên hevçerxê xwe ku her yek ji wan dikarin destek jibo yarmetî û xwegirêdava komkî bi Heblullah bin.

Kûrfikirîn û ramîna li diyardeya Hecê, cihênerê hecê digihîne vê baweriya teqil ku gelek ji raman û mirazên dîn jibo mirovahiyê, bêyî lihevzêdebûn û hevdilî û hevkariya koma bawermendan, serê xwe nagirin, û bi diyarbûna vê hevdilî û hevkariyê, kîn û komploya neyar û dijminan, nikare pirsgirêkeke girîng di vê rêkê da pêk bîne.

Hec meşqa nîşandana Hêzê li hemberî hin zorbêjan e ku çavkaniya gendelî û zilm û kuştina yên lawaz û talankirinê ne û roja îro beden û canê umeta Îslamî ji ber zorbêjî û qirêjiya wan azirî û xwînbar e. Hec nîşandana şiyanên zivir û nerm ên umetê ye.

Ev, sirişta hecê û rûhê hecê û beşek ji armancên herî girîng ên hecê ye, ev heman tişt e ku Îmamê rehmetî Xumeyniyê mezin, ew wek Heca Îbrahîmî bi nav kir, û ev heman tişt e ku eger berpirsên karûbarên hecê ku xwe wek Xadimên du hereman dizanin, bi dilpakî bigirin ustiyê xwe û dewsa kêfxweşkirina dewleta Amerîkayê, rezamendiya Xwedê bibijêrin, dikare pirsgirêkine mezin ên Cîhana Îslamê çareser bike.

Îro rojê weke hertim - û zêdetir ji her demekê – mifaya pêwîst a Umeta Îslamî, Yekîtî ye; yekîtiya ku 'Yeda Wahîde' li hemberî gef û dijminiyan pêk bîne û li ser Şeytanê aşkira, Amerîkaya Destdirêjker û zorbêj û kûçûkê wê yê zincîrkirî Rêjîma Siyonîst bigurmije û li hemberî zorbêjiyan bi awayekî mêrxasane raweste.

Ev wateya fermana Xwedê ye ku got: "We'tesimû bi heblillahê cemî'en we la tefereqû…"

Qurana Hekîm, Umeta Îslamî di çarçoveya "Eşêdau ele el-kuffar Ruhemau beynehum" dide nasandin, û ji wê erka: "We la terkenû ile el-lezîne zelemû, we len yec'elellahu lilkafirîne 'ele el-mominîne sebîlen, feqatilû eimete el-kufrê we la tetexizû 'eduvî we 'eduekum ewliyae" daxwaz dike, û jibo ku dijmin diyar bike, hikmê: "La yenhakumullahu 'enilezîne lem yuqatilûkum filezîne yuxricûkum min diyarikum…" dide.

Ev fermanên girîng û çarenûssaz nabe ku tu wextî ji pergala hizrî û nirxên me misilmanan cuda bimînin û bên jibîrkirin.

Roja îro zêdetir ji her demekê zemîneya vê guhertina bingehîn li ber destê umetê û bijardeyên dilsoj û xêrxwaz ên wê ye. Roja îro hişyariya Îslamî bi wateya fikirîna bijarde û xortên misilmanan li ser heyîtiyên merifetî û manewî yên xwe rastiyek e ku nikare were înkarkirin. Roja îro Lîberalîsm û Komonîsm ku di sed salan beriya niha û pêncî salan beriya niha ji destkeftên herî mezin ên şaristaniyeta rojava dihat zanîn, bi giştî geşatiya xwe ji dest dane û eybên wan ku nayên dermankirin, xuya bûne. Pergala li ser bingeha yekê hilweşiya û pergala li ser yeka din jî tûşî qeyranên kûr bûye û li bereberê hilweşiyanê ye.

Roja îro ne tenê mînaka çandî ya rojava – ku ji destpêkê va jî bi bêşermî û riswatiyê hat meydanê – belkî heta kêrhatînebûn û gendelbariya mînaka wê ya siyasî û aborî yanî demokrasîya li ser esasa dirêv û sermiyandariya qat bi qat û cihêkarane, jî xuya bûye.

Roja îro bijarde û ramanwerên cîhana îslamê ku bi serfirazî û bi şanazî, gişt îdiayên me'irifetî û şaristaniyeta rojavayî dixin bin pirsê û dewsgirên îslamî bi aşkiratî nîşan didin, kêm nînin. Îro rojê heta hin ramanwerên rojavayî ku beriya niha bi quretî Lîberalîsm wek dawiya dîrokê didan zanîn, bi neçarî ji îdiaya xwe paşve kişiyane û li şepirzetiya teorîkî û pratîkî ya xwe mukur tên.

Awirek li kolanên Amerîkayê, li liv û tevgerên rayedarên Amerîkayê digel gelê xwe, li newala kûr a navbera çîn û qatên civakê li wî welatî, li rezîlî û ewmeqiya kesên ku jibo rêvebirina wî welatî hatine bijartin, li cihêkariya nijadî ya xofbar li wir, li dilreqiya memûrê polîs ku bêsûcekî li nav kolanê bi rihetî û li ber çavê rêwiyan bi işkenceyê dikuje, kûrahiya qeyrana exlaqî û civakî ya şaristaniyeta rojavayî û xwarbûn û batilbûna felsefeya siyasî û aborî ya wê aşkira dike.

Reftara Amerîkayê digel miletên lawaz, versiyona mezinkirî ya reftara wî polîsî ye ku jûniya xwe da ser ustiyê çermreşekî bêberevan û ewqas guvişand heta ku ew mir.

Dewletên din ên rojavayî jî her yek bi qasî şiyan û derfetên xwe mînakine din ji vê rewşa karesat in.

Hecê Îbrahîmî diyardeya bicoş û mezin a cîhana Îslamê li hemberî vê cahiliyeta nûjen e; vexwendina bo îslamê û nîşandana sembolîk a jiyana civaka îslamî ye. Civaka ku têda pêkvejiyana bawermendan, di hereketeke veneqetiyayî, li dora mihwera Tewhîdê, çêtirîn nîşane ye; dûrbûn ji kêşe û dijheviyê, dûrbûn ji cihêkarî û sûd û serpişkiyên eşrafî, dûrbûn ji gendelî û gemariyê, merca pêwîst e; werkirina kêvir li Şeytên û bêzariya ji muşrikan û tevlîbûna li bindestan û alîkariya belengazan û bilindkirina dirûşmeyên bawermendan, erkên sereke ne; û bidestxistina berjewendî û meslehetên gelemperî, hevrê digel bibîranîna Xwedê û şukra wî û benditiya wî armancên navîn û dawîn in.

Ev dîmena biçûk ji civaka îslamî di neynika Hecê Îbrahîmî ye, û berhevdanîna wê digel rastiyên civakên rojavayî yên pirr-angaşt, dilê her misilmanekî rasteqîn tijî meraqa bo hewildan û têkoşînê jibo serêxwegirtina civakeke wiha dike.

Me wek gelê Îranê bi rênîşandan û rêbertiya Îmam Xumeyniyê mezin, bi şewq û meraqeke wiha pêngav rakir û em ser ketin. Em îdia nakin ku me kariye tiştê ku em nas dikin û hez dikin, yekser bi dest bixin, lê em îdia dikin ku em di vê riyê da gelekî pêşda çûne û me gelek berbend ji ser rêya xwe rakirine. Bi bereketa baweriya bi sozên Quranê, pêngava me xurt û qahêm maye. Şeytanê herî mezin ê çete û zorbêj ê vê serdemê yanî Amerîkayê nekariye me bitirsîne an bi dek û dolab û xapên xwe me têk bibe, an pêşiya pêşketina madî û manewiya me bigire.

Em gişt miletên misilman wek birayên xwe dizanin, û bi ne-misilmanên ku di bereya dijberan da nînin, bi qencî û dadmendî tevdigerin. Em xem û kêşeyên civatên misilman wek kêşeyên xwe dizanin û jibo îlaca wê hewil didin. Em alîkariya bo Filistîna binddest, dilsojî bo peykera birîndar a Yemenê û dilgiraniyên misilmanên di bin zilmê da li her devereke cîhanê wek hewil û xebata xwe ya hertimî dizanin.

Em tamîkirina li serokên hin welatên misilman erka xwe dizanin; rayedarên ku dewsa palpiştiya bi birayên xwe yên misilman, xwe li hemêza dijminan disitirînin û jibo sûdên çendrojî yên kesane, heqaret û zorbêjiya dijminan tehemul dikin û serfirazî û serxwebûna miletê xwe bi berdêleke kêm berhewa dikin. Ewên ku mayîna rêjîma zorbêj û zalim a siyonîst dipejirînin û nihênî û aşkira bi wê ra dostaniyê dikin. Em tamiyê li wan dikin û hişyar dikin ku xwe ji dûhatên tehl ên vê yekê dûr bikin.

Em hebûna Amerîkayê li navçeya Rojavaya Asyayê li ser ziyana miletên vê navçeyê û sebeba bê-ewlehî û paşdamayîna welatan dizanin. Di bûyerên niha yên Amerîkayê û tevgera dijî nijadperestiyê li wir jî, helwêsta me ya qahêm alîgiriya gel û şermezarkirina tevgerên dilreqane yên dewleta nijadperest a wî welatî ye.

Di dawiyê  da bi silav û selewata li hezretê Beqiyetullah Erwahuna Fidah, bi kubarî Îmamê rehmetî bi bîr tînim û silavên xwe ji rûhên paqij ên şehîdan ra dişînim û ji Xwedayê mezin daxwaza heca ewleh û meqbûl û bimbarek di pêşeroja nêzik da jibo umeta Îslamî dikim.

Weselam ela 'Ibadellah el-Salihîn

Seyid Elî Xamineyî

342//


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*