?>

Peymana nû di navbera leşkeriyan û serokwezîrê ji kar dûrxistî yê Sûdanê de

Peymana nû di navbera leşkeriyan û serokwezîrê ji kar dûrxistî yê Sûdanê de

Çavkaniyên sûdanî diyar dikin ku hêzên leşkerî û serokwezîrê ji kar dûrxistî yê Sûdanê Ebdullah Hemdûk li ser nexşereyeke siyasî lihev kirin ku li gorî wê Hemdûk dîsa bibe serokwezîr.

ABNA24 : Çavkaniyan ji toreya Sky News re ragihand ku li gorî vê peymanê wê hikûmetek ne li ser esasê partîtî were avakirin.

Her wiha li gorî peymanê wê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Ji aliyekî din ve jî, komîteyên berxwedana Um Derman a mezin jî banga xwepêşandanên bi milyonan li herêma Cakson a Xartûmê kir.

Roja Duşemê 25 Cotmeha 2021, artêşa Sûdanê di encama darbeyeke leşkerî de  Serokwezîrê vî welatî Ebdullah Hemdûk tevî 4 wezîr û hin serkirdeyên koalîsyona El-Hurriya û El-Tagir girtine û hikûmeta vî welatî hilweşand.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*