?>

Pîrozbayiya salvegera jidêbûna Îmam Muhemedê Baqir (s)

Pîrozbayiya salvegera jidêbûna Îmam Muhemedê Baqir (s)

Îro sêşemê yekê meha Receba 1441 Koçberiya Heyvî(KH) hevdemê 25 Sibata 2020 salvegera jidayîkbûna Îmam Muhemedê Baqir(s) pêncemîn pêşewayê şîeyên cîhanê ye.

ABNA: Bi minasibeta salroja ji dêbûna Îmamê Pêncan ê Şîeyên Cîhanê, Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) li seranserê Îrana Îslamî cejn û şayî ye.

Îmam Muhemedê Baqir (S) stêrka pêncan li esmana îmamet û welayetê, yekê meha Receba sala 57 KH li bajarê Medîneyê hat dunê.

Mezinatiya Îmam Muhemmdê Baqir (S) ewqas bû ku çaxê behsa alim û zanayên Haşimiyan, Eleviyan û Fatimiyan dihat kirin, hemûyan bi vê yekê îteraf dikirin ku Îmam Muhemedê Baqir (S) mîratê paqijî, camêrî û mêrxasiya wan e.Îmam Muhemedê Baqir (S) li dewrana xwe ji şexsiyetên herî mêrxas bûye.

Cejn û merasimên salvegera jidêbûna Îmam Muhemedê Baqir (S) bi awayekî geş û bi coş li mizgeft, îmamzade û ciyên pîroz ên Îranê birê dikevin û evîndarên ehlê beyta pêxember û îsmetê (S) bi beşdariya li van rê û risman şirîniyê belav dikin û cejn û şayî dikin û pesinpbêjên ehlê beytê jî bi xwendina helbetên derheq ehlê beytê û Îmam Muhemed Bqir (S) û şirovekirina hin beşên geş ên jiyana vî hezretî van merasim û cejnan dixemlînin .

Radyo û Telivîzyona Komara Îslamî ya Îranê jî salvegera jidêbûna Îmam Muhemedê Baqir (S) li hemû misilman û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*