?>

Pîrozbayiya serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê bo sekreterê giştî yê partiya Yekgirtûya Îslamî ya Herêma Kurdistanê

Pîrozbayiya serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê bo sekreterê giştî yê partiya Yekgirtûya Îslamî ya Herêma Kurdistanê

Serkosûlê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê li peyamekê bo sekreterê giştî yê partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistana Iraqê, bijartina wî ya dubare li vê postê û lidarxistina heştemîn kongira partiyê pîroz kir.

ABNA: piştî raghandina dawîbûna kongira heştan a partiya Yekgirtûya Îslamî ya kurdistanê û bijartina dubare ya Selahedîn Behaedîn wek sekreterê giştî yê vê partiyê, Mehdî Şûşterî, serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê bi şandina nameyekê pîrozbayî li wî kir.

 Serkonsûlgeriya Îranê li Silêmaniyê raghand ku Şûşterî li vê peyamê, tevî pîrozkirina lidarxistina serketî ya kongira heştan aYekgirtûya îslamî bo Selahedîn Behaedîn û vê partiyê hêviya serketinê kir.

 Wî her wiha li vê peyamê hêviya geşatî û serketina vê partiyê li riya cihhatina armancên xwe kir.

 Şûşterî teqez kiriye ku bi alîkariya Selahedîn Behaedîn û partiya Yekgirtûya Îslamî ya kurdistanê, peywedniyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê li berûlayên curbicure siyasî, aborî û çandî berfireh dibin.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*