?>

Pîrozkirina Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê

Pîrozkirina Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê

Sibê 10 Receba 1442 a Koçberiya Hîvî hevdemê 22 Sibata 2021Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Teqî (S) kurê Îmam Reza (S) ye.

ABNA24 : Îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Teqî (S) ku naznavê wî Cewad e, li sala 195 ya Koçberiya Hîvî li  bajarê Medîneyê çavên xwe ser vê dinyayê vekirin û piştî şehîdbûna bavê xwe yê hêja îmamê heştan Hz. Îmam Reza (S)  rêbertiya misilmanên cîhanê girte sikura xwe.

Li dewrana îmam Cewad (S) firqe û komên curbicur ên ne-îslamî ketibûn holê û zanist û teknîkên curbicur ên netew û gelên din di nav mislmanan de cih û şûneke xwe ya taybet dîtibûn. Di vê rewşê de Îmamê Cewad (S) kete nav niqaşên zanistî û îdeolojîk û bi saya zanistên xwe yên Xwedêdayî bi dijberan û xwediyên îdeolojiyên curbicur re dikete nav niqaş û behsên curbicur û berevaniya Îmametê dikir.

Xelkê xwedêbawer û mumin ê Îrana Îslamî di Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Teqî (S) bajar û gundên xwe bi taybet bajarên pîroz ên wekî Meşhedê ku herema bavê Hz. Cewad anku herema Îmam Reza (S) tê de ye û bajarê pîroz ê Qomê bi çira û perçeyên rengîn dixemlînin û lê belê sala îsal ji ber pandemya Koronayê ev merasim bi şiklê mecazî li dar dikevin. 

Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê jî Salvegera jidêbûna îmamê nehan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Teqî (S) li gişt mislimanan pîroz dike. 

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na