?>

PKK û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

PKK û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên PKKê kuştina 14 leşkerên Tirkiyê û 6 hêzên xwe ragihand. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî di êrişên wan de heta niha 142 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

ABNA24 : PKKê derbarê şer û pevçûnên li gel leşkerên Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku roja 28ê Gulanê saet 13.30 li qada Derarê ya herêma Metîna, hêzên wê leşkerên ku li Girê Sor bicih bûbûn kirin armanc û di encamê de 3 leşker kuştin û çeka A4 û mewziya wê bi temamî jinavbirin.”

PKK herwiha dibêje ku piştî wî şerî, artêşa Tirkiyê Kêstê, Hirorê û Girê Zendûra yên li herêma Metîna topbaran kirin û helîkopteran leşkerên hatine kuştin, rakirine û radigihîne ku hêzên wan helîkopter jî kirin armanc û “helîkoptêrên êrîşê neçar mane ji qadê dûr bikevin.”

Li gor vê daxuyaniyê, 29ê Gulanê saet 12.00 artêşa Tirkiyê hewl da bi wesayiteke zirxî ya ji dûr ve tê konrolkirin û bi palet bikevin tûnelên şer ên li Girê Zendûra li herêma Metîna lê ew wesayîta zirxî ji aliyê hêzên PKKê ve hatiye jinavbirin.

PKKê diyar dike, hêzên YJA Starê leşkerên Tirkiyê yên li herêma Heftenînê kirin armanc û hejmarek ji wan kuştin û birîndar kirin û hêzên Tirkiyê neçar man vegerin.

PKKê dibêje roja 20ê Gulanê li herêma Zapê şer û pevçûnên dijwar rû dan û di encamê de 7 leşker hatin kuştin

PKKê radigihîne, di encama şer û pevçûnên di van rojên dawîn de bi giştî 14 leşker hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

PKKê her wiha nasnama 6 hêzên xwe ku di şer de hatine kuştin jî aşkere kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şer û amarên kuştî û birîndaran  daxuyaniyek da û tê de ragihand ku di encama êrişên wan de li Herêma Kurdistanê bi giştî 142 Hêzên PKKê jiyana xwe ji dest dane û 57 şikeft hatine jinavbirin û dest bi ser gelek çek û cebilxane de hatiye danîn.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî bi hinceta hebûna hêzên PKKê operasyoneke berfireh li nav sînorên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin.

Heta niha ji ber bombebaranên Tirkiyê 5 gund vala bûne û her ku diçe metirsiya li ser gundên avedankirî ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê zêdetir dibe.

Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê darên bax û daristanên Herêma Kurdistanê dibirin û derbasî nav axa Tirkiyê dikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*