?>

Polîtboruya YNKê biryarên Bafil Talebanî bo dûrxistina Lahûr Cengî û hin kesên din pejirand

Polîtboruya YNKê biryarên Bafil Talebanî bo dûrxistina Lahûr Cengî û hin kesên din pejirand

Medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, Polîtboruya YNKê bi koma dengên endamên xwe biryarên Bafil Talebanî yên derbarê derkirina Lahûr Cengî Burhan, Jîno Mihemed, Şaduman Mela Hesen û Ala Talebanî de pesend kir.

ABNA24 : Li gor medyaya fermi ya YNKê, polîtboruya wê partiyê herwiha cemidandina endamîtiya Aras Şêx Cengî Burhan bo dema 6 mehan pejirandiye.

Li gor daxuyaniyê, ew biryar piştî bidawîbûna dema îtîrazê û hemû rêkarên rêziknameyî hatine pesendkirin û ew biryar li gor rêziknama navxwe ya YNKê bûne biryarên dawî.

YNKê roja 2ê Mijdarê (beriya 3 rojan), biryar dabû ku Lahûr Şêx Cengî li gel serkirdeyên partiyê Ala Talebanî, Jîno Mihemed û Şaduman Mela Salih ji partiyê bên dûrxistin û endamtiya Aras Şêx Cengî ya serkirdayetiya partiyê bê rawestandin.

Ew yek di demekê de ye ku li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çend serkirdeyên YNKê wergirtine, duh Pêncşem 4ê Mijdara 2021an Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahûr Şêx Cengî nivîsek arasteyî Encûmena Serkirdayetiya YNKê kiriye û têde hemû biryarên Bafil Talebanî yên di roja 2ê Mijdara îsal de ku taybet bi dûrxistina wî bixwe û sê serkirdeyên din ên YNKê û cemidandina endamtiya serkirdeyekî din bûn, red kiriye.

Roja 8ê Tîrmeha 2021an pirsgirêkên di navbera hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de bi zelalî derketin holê û Bafil Talebanî berpirsên dezgehên Zanyarî û Dije Terorê guhertin.

Herwiha desthilatên hevserokatiya YNKê yên Lahûr Şêx Cengî jê hatibûn wergirtin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*