?>

Qaîm meqamê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî: Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî axêverê taybet ê Roja Cîhanî ya Qudsê ye

Qaîm meqamê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî: Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî axêverê taybet ê Roja Cîhanî ya Qudsê ye

Qaîm meqamê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî: Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî axêverê taybet ê Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

ABNA 24: Li gorî rapora IRNAyê, Nusretullah Lutfî roja Yekşemiyê got: Îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û sînordariyên ji ber vê nexweşiyê îmkana lidarxistina merasima hêja û berfireh a Roja Cîhanî ya Qudsê di Îniya dawiyê ya meha pîroz a Remezanê da bi awayê meşa seranserî li welêt dê tunebe, lê ji ber pêwîstiya zindîxwedîkirina vê rojê, emê bernameyek taybet li dar bixin.

Wî ku digel Kanala Xeberê xeber dida, got: Roja Îniyê hevdem digel Roja Cîhanî ya Qudsê,  Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di saet 12 li gorî dema Têhranê da dê bi Cîhana Îslamê ra biaxive ku ev bername dê bi awayekî zindî ji kanalên Radyoyî û televîziyonî were belavkirin. Di vî warî jibo behrewergirtina herîpirr jin gotinên  Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî me yê li tu cihekî welêt hîç bernameyek bi navê Roja Qudsê tunebe.

Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî jî bi dayîna daxuyaniyekê ragihand: Roja Cîhanî ya Qudsê yek ji yadigariyên herî berbiçav û mayînde yên hezretê Îmam Xumeynî (Re) û vejînerê Îslama resen a Muhemedî (S) û sembola rezbendiya heq li hemberî Batilê û nîşana piştevaniya cîhanî ji gelê bindest ê Filistînê ye.

Roja Qudsê nîşana yekîtî û yekparçetiya Cîhana Îslamê; nemaze gelê misilman ê Îranê di mijara Filistînê û piştevaniya ji ramana Qudsa şerîf wek mijara yekem a Cîhana Îslamê ye; Ramana ku ayîdî hemî azadîxwazan û êşa hevpar a hemî mirovên dadxwaz wek bûyerek jibo yektaperest û moiminan di serdemên bihurî, niha û pêşerojê ji roja ku Mizgefta Eqsayê hat damezirandin heta hetayê ye.

Vê Konseyê her wiha ragihand; Yewmullaha Qudsê roja herikîna xwîneke nû di demarên umeta îslamî û hejandina alaya têkoşîna dijî Rêjîma Siyonîst û berxwerdana hevrê digel hêvî û manewiyetê heta azdkirina Filistînê û jinavbirina tam a xezbkera qibleya yekem a misilmanan û nîşana fesadê yanî Rêjîma sexte, zarokkuj û nijadperest ê Siyonîst e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*