?>

Qalîbaf serkeftina gelên Filistînî pîroz kir

Qalîbaf serkeftina gelên Filistînî pîroz kir

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf serkefina gelê Filistînê pîroz kir.

ABNA24 : Qalîbaf bi pîrozkirina serkeftina gelê Filistînê li hemberî Rejîma Siyonîst got: Vê serfiraziyê nîşan da ku ger umeta Îslamî gavan di rêça sinetên Xwedê teala de bavêjin û pişta xwe bide gel, ew ê li devereke dorpêçkirî jî bikare ser keve.

Qalîbaf, di axavtinek berî destûra xwe li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê roja Yekşemê, serkeftin û serfiraziya Bereya Berxwedanê li Filistînê  pîroz kir û got: "Berxwedana li dijî rejîmek tawankar û dagîrker ya bi hemî alav, îmkan û piştgiriya welatên Rojavayê bi rêberiya Amerîkayê bi ser ket." 

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha got: Ev serketin û serfiraziya mezin bi palpiştiya sinetên îlahî hate bidest xistin, lê di salên 1960-an de me dît ku welatên Erebî di wê demê de di şerê digel Rejîma Siyonîst de nekarîn pênc rojan jî dom bikin li dijî vê rejîmê. "

Qalîbaf destnîşan kir: "Îro me dît ku gelê Xezeyê çawa li dijî Rejîma Siyonîst li ber xwe da."

Di şerê Rejîma siyonîst a ku ji 10 Gulanê despê kir û li 21 Gulanê hat rawestandin de 243 Filistînbî ji wan 69 zarok û 39 jin şehîd bûn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*