?>

Qonaxa yekem a çaksaziyan li Wezareta Pêşmerge bi dawî hat

Qonaxa yekem a çaksaziyan li Wezareta Pêşmerge bi dawî hat

Qonaxa yekem a çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmergên herêma kurdistana Iraqê de bi dawî hat.

ABNA: Rêveberê Çaksaziyan li Wezareta Pêşmergeya herêmê ragihand ku di çarçova çaksaziyan de lîwaya 9 hatiye pêkanîn û yekxistina hêzên Pêşmerge jî berdewam dibe.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di cîbicîkirina projeya 35 xalî ya çaksaziyan li wezaret û di nav hêzên Pêşmerge de berdewam e. Amerîka, Kanada, Brîtanya û Almanya ku endamên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ne, serperştiya wê projeya çaksaziyan dikin. Qonaxa yekem a çaksaziyan bi dawî hat û dest bi qonaxa duyem tê kirin.

Rêveberê Çaksaziyan li Wezareta Pêşmerge Dilêr Mîran, derbarê qonaxa duyem a çaksaziyan, ragihand, “Beşek ji projeyên me dest pê kirine ji wan jî projeya amadebaşî. Di heyama bê de jî kombûnên me dê li gel lîwayên 13 û 14 pêk bên.”

Beşek ji wan projeyên ku pêk tên ev in; Rêkxistina Pêşmerge û îstîxbaretê, rêkxistina amadekariyên lojîstîkî, rêkxistina projeya pîzîşkî, rêkxistina projeya budce, tomarkirina hêzên Pêşmerge li sîstema bayometrî, danîna sîstema bankî, danîna sîstemeke serbazî ya stratejîk, pêdaçûn bi mûçe û xanenişînî, hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, pêdaçûn bi lêçûnên Wezareta Pêşmerge,yekxistina hemû hêzên Pêşmerge.

........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*