?>

QSD: Nûçeyên ku hêzên me Efrîn topbaran kirine ne rast in

QSD: Nûçeyên ku hêzên me Efrîn topbaran kirine ne rast in

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî ragihand ku nûçeyên ku QSD'ê navenda bajarê Efrînê topbaran kirine ne rast in.

ABNA24 : Berpirsê Navenda Ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî, têkildarî nûçeyên ku dibêjin "QSD'ê navenda bajarê Efrînê topbaran kirine" daxuyaniyek da. Ferhad Şamî diyar kir ku ev nûçe ne rast in û hêzên wan li wan herêman tunene.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên dûrî rastiyê ên derbarê toparana li ser navenda bajarê Efrînê de belav dikin û wisa nîşan didin ku hêzên me ev topbaran kiriye. Em careke din teqez dikin ku hebûna hêzên me li wê heremê tuneye û tu têkeliyê me bi vê topbaranê tuneye.

Em bang li hemû dezgehên ragihandinê dikin ku di belavkirina nûçeyên ne rast ên derbarê hêzên me de baldar bin."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*