?>

Qubad Talebanî: Hewlêr bi dû lihevkirina demdirêj digel Bexdayê ye

Qubad Talebanî: Hewlêr bi dû lihevkirina demdirêj digel Bexdayê ye

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di hevdîtina digel Balyozê Nû yê Almanê li Iraqê de pêgirî kir ku Hewlêr bi dû lihevkirina demdirêj digel dewleta navendî ya Iraqê ye.

ABNA: Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad Talebanî di hevdîtina digel Balyozê Nû yê Almanê li Iraqê Olê Dîyêl de pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo çaksazîyan û herwiha rewşa nika ya Iraqê û deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê rave kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî ciddî planên xwe jibo çaksazîyan û çêtirkirina xizmetguzarîyên bo welatîyan dişopîne û ji alîyê din ve bi dû lihevkirinke demdirêj û bingehîn bi dewleta navendî ya Iraqê re têkildarî nakokîyên di navbera her du alîyan de ye û pêngavên erênî jî di vî warî de hatine rakirinê.

Qubad Talebanî derbarê nearamîyên vê dawîyê li Iraqê de jî pêgirî kir ku xwestina xizmetguzarîyê, rehetîya zêdetir û pêkanîna çaksazîyan mafê rewa yê welatîyên iraqî ye û dabînkirina wan jî bi rêya serwerîya durist û pêngavên durist pêkan dibe û Hewlêr xwazyarê dabînkirina istiqrarê li Iraqê û hêwirkirina rewşê bi rêya dabînkirina daxwazên nerazîyan û çaksazîyên bingehîn li welêt e.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê rewşa Kurdistana Sûrîyê de û êrişa Tirkîyê ser wê deverê da jî ragihand ku çareserkirina biaştî bijareya herîbaş jibo pirsgirêk û gêreyan e.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*