?>

Qubad Talebanî û Mistefa Kazimî li ser mijara bûdceyê civiyan

Qubad Talebanî û Mistefa Kazimî li ser mijara bûdceyê civiyan

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; di civîna şanda Kurdistanê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her du aliyan pabendiya xwe bi qanûna budceyê car din anîne ziman.

ABNA24 :  Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; di civîna şanda Herêma Kurdistanê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her du aliyan pabendiya xwe bi qanûna budceyê car din anîne ziman.

Qubad Talebanî ragihand: “Me ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser pêşhatên herî dawî yên pêwendiyên her du hikûmetên Herêm û Federalê gotûbêj kir, bi taybetş mekanîzma cîbicîkirina qanûna budceya sala 2021ê ya Iraqê û desteberkirina heqên darayî yên Herêmê.”

Talebanî herwiha eşkere kir: “Me her du aliyan, careke din pabendiya xwe bi qanûna budceyê anî ziman ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeh destûrê û ji bo pêkanîna hevfêmkirina demdirêj û berdewam.”

 342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*