?>

Qutbûna elektrîkê hegera bûyera li navenda navokî ya Netenzê ye

Qutbûna elektrîkê hegera bûyera li navenda navokî ya Netenzê ye

Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Qutbûna elektrîkê hegera bûyera li navenda navokî ya Netenzê ye.

ABNA24 : Bêhrûz Kemalvendî, Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bi rûdana qewimî li navenda navokî ya Netenzê, got: Di beşeka pişkên elektrîkê ya navenda Şehîd Ehmedî Roşen qutbûna elektrîkê qewimiye ku ev yek tê vekolandin.

Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê got: Lêzanînên pêwîst derbarê xerabkariyê li navenda navokî ya Netenzê tunene.

Kemalvendî her wiha got: Hîn hegera qutbûna elektrîkê diyar nîne û divê em vekolînin, lê tu ziyanên canî û pirsgirêkeka taybet neqewimiye û ev bûyer tê vekolandin ku piştra lêzanînên pirtir bên raberkirin.

Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê pêştir ji vêya îro Yekşemiyê qala qewimîna bûyerekê li navenda Şehîd Ehmedî li bajarê Netenzê kiribû.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*