?>

Ragihandina amadebûna Iraqê ji bo pevguhertina girtiyan bi Îranê re

Ragihandina amadebûna Iraqê ji bo pevguhertina girtiyan bi Îranê re

Wezîrê Dadê yê Iraqê li hevdîtina bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê, daxwaza hevkarîkirina aliyan ji bo cîbicîkirina peymanên têkildarî pevguhertina girtiyan kir.

ABNA24 : Roja 20.10.2021ê wezîrên dadê yên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê Emîn Husên Rehîmî û Salar Ebdulsetar Mihemed li ser berfirehkirina peywendiyên qanûnî û dadwerî di navbera her du welatan de daxuyaniyeke hevpar îmze kirin. Yek ji xalên vê daxuyaniya hevpar jî “Veguhestina mehkûman û rakirina astengiyên di vî warî de” ye.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars News`ê, Salar Ebdulsetar Mihemed wezîrê dadê yê Iraqê li hevdîtina tev Muhemed Kazim َAlê Sadiq sefîrê Îranê li Iraqê, daxwaza berdewamiya hevkariyê bi Komara Islamî ya Îranê bo cîbicîkirina peymanên pevguhertina ezmûnê û girtiyan kir.

Ebdulsetar Mihemed bal kişande ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina pevguhertina girtiyan, hevkariya qanûnî û dadwerî ku tê de pevguhertina girtiyên iraqî û îranî di navbera her du welatan de pêk hat û got: Serdana wî yê vê dawiyê bo Têhranê ji bo rêkeftinên zêdetir bû ku bi kêrî herdu welatan tê.

Alê Sadiq jî got: Îran amade ye hevkariyên xwe di hemû waran de zêde bike, bi taybetî di warê pevguhertina girtiyan û peymanên din ên têkildarî rêkxistina peywendiyên huqûqî û dadwerî de.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*