?>

Ragihandina navên namzetên hilbijartina serokkomariya Îranê ji aliyê Wezareta Navxwe

Ragihandina navên namzetên hilbijartina serokkomariya Îranê ji aliyê Wezareta Navxwe

Navenda hilbijartinên Îranê piştî standina nama Encûmena Parêzvana Qanûna Bingehîn derbarê pejirandina hêjatiya 7 berbijaran, navên wan eşkera kir.

ABNA24 : Navenda hilbijartinên Îranê îro bi weşandina daxuyaniya xwe ya 15-an diyar kir: Li gorî xala 60-an a Zagona Hilbijartinê ya Serokomariyê, navên namzetên ji bo 13-emîn dewra serokatiya Komara Îslamî ya Îranê, yên ku şarezatiya wan ji hêla Encûmena Parêzvana Qanûna Bingehîn ve hatî pejirandin, bi rêza alfabeya farsî wiha ne: Seîd Celîlî, Muhsin Rizayî Mîrqayid, Seyd Îbrahîm Reîsî, Elîreza Zakani, Seyd Emîr Husên Qazîzadeh Haşimî, Muhsin Mehr Elîzadeh û Ebdulnasir Himetî.

Li gorî xala 66-ê ya qanûnê, hewldan û kampanyaya hilbijartinê ya namzetên serokomariyê bi fermî ji roja ragihandina navên wan ji hêla Wezareta Karên Hundir ve dest pê dike û 24 saetan berî destpêkirina dengdanê diqede.

Li gor vê yekê Elî Larîcanî, serokê berê yê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Îshaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokomarê vê demê, Mesûd Pizişkiyan nûnerê meclisê, Muhemed Şerîetmedarî wezîrê Teawun , Kar û Tenahiya Civakî, Seîd Muhemed fermandeyê berê yê biryargeha Xatem el-Enbiya (S)  di nav kesên ku şarezatiya wan hatiye piştrastkirin tinen.

Hilbijartina serokkomariya Îranê ya 13-emîn û hilbiartinên konseyên bajar û gundan ên Îranê dê di 18ê Hezîrana 1400-an de werin lidarxistin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*