?>

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Îro dilnexwezên Îranê û Îslamê xwe dispêrin şerê nerm

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Îro dilnexwezên Îranê û Îslamê xwe dispêrin şerê nerm

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê got Roja îro dilnexwez û neyarên Îranê û Îslamê pişta xwe dispêre şerê nerm.

ABNA24 : Axaftina Rêberê Înqilaba Îslamî li civîna berpirsên Kongreya Neteweyî ya Şehîdên Eşîreyên Koçer ku roja Yekşemê 12`ê Hezîrana 1401`an ve hat lidarxistin, danê vê sibê li cihê konferansê li Şehrêkurd navenda parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî hat weşandin. Hz. Ayetullah Xamineyî di vê peyamê de dibêje: Di roja îroyîn de xirabkar û dilnexwazên Îran û Îslamê pişta xwe bi şerê nerm ve girêdidin, lewra hemû endamên netewe û eşîreyên koçer jî di nav de hewcedarî kar û berhemên çandî ne, helbet di karên çandî yên wek berhemanîna fîlm û pirtûkan de, nêrîn û bandora berheman. divê were hesibandin û pîvandin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê, fidakarî û berxwedana eşîreyên koçeran di dema şoreşê û parastina pîroz de nîşanek ji emekdariya wan da zanîn û bi bîr xist: Faktora sereke ya hevdugirtin, pêşketin û ji xwe derbasbûna gel û eşîre jî di nav de, faktora “ol”ê bû, ku Îmam Xumeynî (r.e.) ji bo serkeftina şoreşê ev hêmana sereke bi kar anî û piştî şoreşê jî li ber piştgiriyên zav ên hêzxurt û û hikûmetên biyanî  û dewletên paşverû ên navçê ji Seddam (dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê) ku bi mebesta têkbirina şoreşê bikat dianîn, bû sedema parastin û mayîna welat.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*