?>

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Besîcî dikarin di hemî mijarên gelemperî yên welêt bibandor û rêveker bin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Besîcî dikarin di hemî mijarên gelemperî yên welêt bibandor û rêveker bin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya Hefteya Besîcê xitabî besîciyan got: Bi bawerî û palpiştiya bi Xwedayê zana û kara, hûn dikarin di hemî mijarên gelemperî yên welêt da bibandor û rêveker bin.

ABNA24 : Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî pîrozkirina Hefteya Besîcê li hemîyan,  bitaybet li besîciyên nûrabûyî û bimoral, got: Besîcî hema wisa wekî nifşên beriya xwe, zarên hezkirî yên îmam Xumeynî (re) ne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Bila besîcî qedra cîgeha xwe bizanin û bizanin ku bi hewila xwe ya bilind û bi saya aqilmendî û durustfikirîn û bi bawerî û palpiştiya Xwedayê zzana û kara dikarin di hemî mijarên gelemperî yên welêt û gel da bibandor û rêveker bin; Ev tecrubeya çend dehsalî ya gelê Îranê ye. 

Hezretê Îmam Xumeynî (re), xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê roja 26ê mijdara 1979an fermana damezirandina Rêxistina Besîca Mistezefan da.

Besîcî di çar dehsalên dawiyê da ne tenê di warên cûr bi cûr ên berevanî û leşkerî da pişta hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê kiirye, belkî di warê zanist û teknolojiyê da jî hertim pêşketinên berbiçav pêk anîne. 

Serketina ramana besîcî li Îranê wek giranîgeha hereketa Înqilabê û hikûmeta Komara Îslamî, bûye mînakek ji bo gelên din li navçeyê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*