?>

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Heke dewleta niha ya Amerîkayê bixwaze siyaseta zexta herîpirr bidomîne, dê dîsan têk biçe

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Heke dewleta niha ya Amerîkayê bixwaze siyaseta zexta herîpirr bidomîne, dê dîsan têk biçe

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku siyaseta zexta herî pirr a dewleta berê ya Amerîkayê têk çû, destnîşan kir ku heke dewleta niha ya Amerîkayê bixwaze zexta herî pirr bişopîne, dê dîsan têk biçe.

ABNA24 : Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftina xwe ya destpêka salê da ku bi awayê mecazî hat lidarxistin, got: Dirûşmeya zexta herîpirr a Amerîkayê têk çû; Wî ehmeqê berê siyaseta zexta herîpirr jibo vêyekê plan dariştibû ku Îranê lawaz bike da ku Îran biçe dor maseya gotûbêjan û xwestekên xwe yên zorbêjane li ser Îrana lawaz bisepîne, lê bi wê serşûriyê ji desthilatê derket ku him bi xwe riswa bû û him welatê wî, lê Îrana Îslamî bi serfirazî û bihêz rawestiyaye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Bila amerîkî bizanin ku zexta herî pirr a dijmin têk çûye, heke dewleta niha bixwaze dîsan zexta herî pirr bişopîne, dê têk biçe.

Wî derbarê Peymana Navokî jî got: Siyaseta welêt derbarê danûstandina tev aliyên Peymana Navokî û vê peymanê bixwe bi aşkiratî hatiye ragihandin û em ê ji vê siyasetê dernekevin, ji ber ku ev siyaset hatiye ragihandin û hevdengî li ser wê heye. Amerîkî divê gişt boykotan betal bikin û piştra em ê rastiyê biceribînin, heke bi wateya rastîn bên betalkirin em ê bêyî tu pirsgirêkekê vegerin sozên xwe. Em soza amerîkiyan bawerpêkirî nizanin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bi gotina vê yekê ku hin amerîkî li ser girêbesta Peymana Navokî jî diaxivin û dibêjin ku divê Peymana Navokî weer guhertin, destnîşan kir: Belê, rewş di sala 2016 û 2017an ciyawaz e û guheriye; Lê guhertin li ser xêra amerîkiyan nebûye, belkî li ser xêra me bûye Îran ji sala 2015an û vir va gelekî bihêztir bûye. Vêca heke biryar e ku Peymana Navokî were guhertin, divê li ser xêra Îranê be; Me boykot bêbandor kirin.

 342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*