?>

Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî li ser xurtkirina bi cih û rast a hilberîna neteweyî tekez kir

Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî li ser xurtkirina bi cih û rast a hilberîna neteweyî tekez kir

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di beşeke din ji axivtina xwe bi minasibeta Roja Karkeran û Roja Hînkar û Mueliman de got: Xurtkirin û zêdekirina rast a hilberîna neteweyî dê bibe sedema bêbandorkirin û rakirina boykot û cezayan.

ABNA24 : Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Hz. ayetullah Xamineyî, îro Yekşemê di axaftina xwe de tekez kir ku ger em dixwazin piştgiriyê bidin hilberîna neteweyî, divê em berî her tiştî piştgirî bidin karkeran.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, diyar kir ku mamoste, muelim wek efser û fermandarên pêşvexistina welêt in û tekez kir ku divê mamoste û muelim piştrast bibin ku rêjeya xwedûrkirinê (ji nizam û înqilabê) nêzîkê sifirê bibe.

Hz. ayetullah Xamineyî di dewamê de got: Şukra Xwedê roja îro li welêt perwerdekirin bi firehî heye. Berê, ev qas perwerdehî ji bo ciwan, ciwanên nûgihan û zarokan tine bû, lê îro bi saya Komara Îslamî ev îmkan pêk hatiye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*