?>

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sala 1400 Tavî wekî sala "Hilberandin; Piştgirî û Rakirina Astengiyan" bi nav kir

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sala 1400 Tavî wekî sala

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di peyamekê de bi minasebeta destpêka sala 1400 hicrî tavî, pîrozkirina eyda-newroz, sala nû wekî sala "Hilberandin; Piştgirî û Rakirina Astengiyan" bi nav kir.

ABNA24 : Hz. ayetullah uzma Xamineyî Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di peyamekê de bi minasibeta hilketina Cejna Newrozê û sersala 1400 hicî tavî, eyda Newrojê li gişt hevwelatiyan bi taybet li malbatên şehîdan pîroz kir û hêvdariya xwe diyar kir ku ji ber hevdemiya eyda newrozê û eydên  Şebaniye û muteberik û pîrozbûna sala 1400 HT bi du eydên Berat(nîveka Şebanê) û jidêbûna Îmamê Zeman (Xwedê di hatina wî lezê bike)  xêr û berektên zav ên madî manewî bibe nesîbê gişt misilmanan û di vî halî de sala nû wekî sala "Hilberandin; Piştgirî û Rakirina Astengiyan."   

Hz. ayetullah uzma Xamineyî sala 99-an a Hicrî, sala bûyerên ciurbicur û bêhempa bi taybet bûyer û diyardeya nenas û tal a wekî pandemya nasnekirî ya Koronayê da zanîn û got: Koronayê bandor li jiyana gelan kir, di nav wan de karsazî, xwendingeh û dibistan, civakên olî, werzîş û geştyarî ziyanên zav dîtin û derbeyek giran li kar û xebatê li welêt xist.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî candana bi dehan hezar kes ji gelê hêja yê Îranê ji ber Koronayê ji bûyerên tal di sala 1399-an a HT bi nav kir û ji Xwedê teala ji wan re rehmet û efû xwest û xwe hevderdê malbatên dilşewitî yên wan goriyan da zanîn.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî têkçûn û bê encamiya zext û zora herî zêde a dijmin nîaneke din ji karîn û şiyanên neteweyî di sla 1399 HT da zanîn û got: Dijminên Îranê, bi pêşengiya Amerîkayê, dixwestin ku gelê Îranê bêxin ser çokan. Bê guman, me dizanibû ku dê neteweya Îranê bisekine û ew ê(dijmin) têk biçin, lê roja îro, wekî ku Amerîkî û hevpeymanên wan ên Ewropî îtiraf dikin, zexta herî zêde têk çûye.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî herwiha serêxwegirtinaa diruşmeya sala 99-an a HT, anku leza hilberandinê, nirxandin û got: Li gorî raporên curbicur ên gel û hikûmetê, Hilberînê bi Lezgînî li hin babetan heya asteke meqbûl serê xwe girtiye.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî dayîna teşwîqiyan, ji wan teşwîqên veberhênanê  ji bo Hilberînê bi Lezgînî pêdivî zanî û got: "Divê rewşa kar û xebatê û karsaziya welêt  bi awayekî bibe ku mirov ji bo xebitandina sermayê bona veberhênanê werin teşwîqbikin û pêşî li lêçûnên zêde ên hilberînê were girtin."

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî sala 1400 ji ber ku têda hilbijartina serokomariyê heye, herwiha ji ber jhebûna zemîneya guncaw bona geşepêdana Hilberîna Lezgîn, salekî pir girîng û hestyar nirxand û got: Hilbijartinên Hezîrana 2021 (Xurdada 1400 HT) û karîgeriya rêveberiyên nû û muhtemel bi hêza nû û motîvasyonên xurt ev sal di pêşeroja welêt de kir saleke pir girîng, hestyar û bibandor.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî herwiha got: Divê hem hikûmeta heyî û hem jî hikûmeta pêşerojê divê bi piştgiriya cidî  ji bo hilberîn û rakirina astengiyên ser riya wê bixebitin da ku îsal di hilberîna lezgîn de gavek rastîn rake dak ev hedefa serê xwe bigire.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*