?>

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Têkoşîna rewa dijî rejîma xesbker bidomînin ku neçarî giştpirsînê bibe

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Têkoşîna rewa dijî rejîma xesbker bidomînin ku neçarî giştpirsînê bibe

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku hereketa ber bi xwarê ya Rêjîma Siyonîst dest pê bûye û dê rawestana wê tunebe, destnîşan kir: Têkoşîna rewa dijî rejîma xesbker bidomînin ku neçarî giştpirsînê bibe.

ABNA24 : Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dawîn Îniya meha pîroz a Remezanê û Roja cîhanî ya Qudsê tevî amajeya bi guhertina cidî ya hevsengiya hêzan li sser xêra cîhana îslamê û bereya berxwedanê, û li aliyê din alawaziya aşkira ya hêza Amerîka û Rêjîma Siyonîst, asayîkirina pêwendiyan tev çend dewletên lawaz wek astenga hereketa ber bi lawaziyê ya rejîm adagirker nezanî û tevî pêgiriya li ser cihanîna daxwaza mentiqî ya giştpirsînê ji hemî şêniyên sereke yên Filistînê jibo diyarkirina pergala siyasî ya vî welatî, xitabî têkoşerên filistînî, got: Têkoşîna xwe ya rewa û exlaqî dijî rejîma sexbker bi qasekê bidomînin ku neçar bibe vê daxwaza pêşketî bipejirîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî mijara Filistînê wek mijara hevpar a herî girîng û zindî ya umeta îslamî da zanîn û got: Siyasetên pergala sermayedariyê ya zalim, destê miletekî ji warê xwe biriye û rejîmeke terorîst û xelkekî biyanî li wir bi cih kiriye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi mentiqa tam sist a damezirandina Rêjîma Siyonîst, got: Ewropiyan bi îdiaya xwe di salên şerê cîhanî yê duyem li cihûyan zilm kirine, lê dibêjin tola cihûyan divê bi awarekirina gelekî li rojavayê Asyayê û tevkujiyên karesat li wî welatî bistînin û bi vî awayî gişt îdiayên wan derbarê Mafên Mirovan û demokrasiyê binpê kirine.

Wî bi gotina vê rastiyê ku "Siyonîstan ji roja yekem da Filistîn kirin navenda terorîsmê", got: Israîl ne welatek, belkî leşkerxaneyeke terorîstî li dijî gelê Filistînê û gelên din ên misilman e, loma têkoşîna dijî wê, têkoşîna dijî zilm û terorîsmê û erkeka giştî ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi bûyerên beriya damezirandina rejîma xesbker yanî "destwerdana çalak a welatên rojava li navçeyê û desthilatdarkirina dewletên zorbêj an kirêgirtî", lawazkirin û duberetîçêkirina li nav umeta îslamî xweşkera rewşê jibo xesba Filistînê da zanîn û got: Di wê qonaxê da her aliyekî kapîtalîsmê û Komonîsmê bi Qarûnên siyonîst li hev kirin; Inglîzê komploya sereke darêşt, sermayedarên siyonîst cihanîna wê bi pere û siyasetê girtin destê xwe û Suviyet yekem dewlet bû ku bi riya bifermînaskirina delweta nerewa, hejmareke zêde ya cihûyan şande wir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî rewşa îro ya cîhanê û hevsengiya hêzan li ser xêra cîhana îslamê da zanîn û tevî amajeya bi bûyerên siyasî û civakî li Ewropa û Amerîkayê weke Hilbijartina Amerîkayê û riswatiya rêveberên wê yên pirr-îdia û rûbirûbûna serneketî ya Amerîka û Ewropayê digel pandemiya Koronayê û aliyên wê yên sosret, got: Ev nîşaneyên pêvajoya lawaziya urdîgeha welatên rojavayî ye.

Wî nuqteya hemberî van kêşeyên welatên rojavayî zêdebûna hêvîder a şiyanên miletên îslamî da zanîn û got: Zêdebûna hêzên berxwedanê di navçeyên herî hestyar ên îslamî î pêşketina şiyanên berevanî û êrîşkirina wan, pêşketina xwe-agahî û hêviyê li nav miletên misilman, pêşketina berêxwedana bo dirûşmeyên îslamî, pêşketina zanistî û serxwebûnxwaziyê û palpiştiya bi xwe di miletan da, mizgîniya pêşerojeka baştir dide.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser pêwîstiya lihevkirina welatên misilman li dora mijara Filistînê û çarenûsa Qudsa şerîf, got: Ev lihevkirina kabûsa dijminê siyonîst û piştgirên wê yên amerîkî û ewropî ye û plana sernekertî ya Danûstandina Sedsalê û hewildana jibo asayîkirina pêwendiyên çend dewletên lawaz ên erebî digel rejîma xesbker, hewildanên kirêt jibo revîna ji wê kabûsê ne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî "Dewama berxwedana li nav erdên dagirkirî yên Filistînê û xurtkirina xetê cîhad û şehadetê" û "Piştgiriya cîhanî ya dewlet û gelên misilman ji têkoşerên filistînî" du hokarên girîng ên diyarkera pêşerojê da zanîn û got: Ev hereketa seranserî, komploya dijminan batil dike û gişt ji rayedar, ronakbîr, zana, partî, kom û xort divê cîgeha xwe tê da bibîênin û rola xwe bilîzin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*