?>

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê: Dadwerî taybetmendiyeke hêja û girîng ê Îmam Elî (S) ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî yê Îranê îro berêvarê di axivtineke girîng bi minasibeta roja Karkeran û Roja Hînkar û Mueliman got: Dadwerî taybetmendiyeke hêja û girîng ê Îmam Elî (S) ye.

ABNA24 : Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, Hz. ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba ,Îslamî, îro Yekşemê bi minasibeta roja Karkeran û roja Hînkar û Mueliman  gotarek pêşkeş kir û got: Di danasandina kesayetiya Îmam Elî (S) de, qonaxek "Îmametê" heye û Îmamat nayê wateya serokatiya ol û dunyayê.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, di behsa derbarê taybetmendiyên Îmam Elî (S) de, îşaret bi dadmendiya bêkêmasî û bexşanker ê wî hezretî kir û mêrxasî, egîdî û dilovaniya Hz. Elî (S) wekî taybetmendiyên din ên wî hezretî binav kirin.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha diyar kir ku hem di taybetmendiyên kesane de divê em li pey Îmam Elî (S) bimeşin, hem jî di deb û resmên hukûmet û deshilatdariyê de divê em rê û rêça wî hezretî ji xwe re bikin mînak û bi wê rêkê de bimeşin û heman rêbazê bişopînin ku bê guman em pir jê paşde ne.

Beşeke din a axivtina rêberê mezin ê Înqiêlabê, emê di nûçeyeke din ji we ezîzan re pêşkêş bikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*