?>

Rêberê qedirgiran ê şoreşa Îslamî: Mirov dikare jibo hemî pirsgirêkên welêt rêçareya zanistî peyda bike

Rêberê qedirgiran ê şoreşa Îslamî: Mirov dikare jibo hemî pirsgirêkên welêt rêçareya zanistî peyda bike

Rêberê qedirgiran ê şoreşa îslamî ya Îranê got: Potansiyela bijarebûna ciwanên gelê Îranê, dikare zemînesaz bibe jibo tijîkirina qeliştên zanistî yên welêt û zanista cîhanî, derbasbûna ji sînorên cîhanî yên zanistê, avakirina şaristanîyeta nû ya îslamî û pêkanîna pêşerojeke geş jibo welêt.

ABNA24 : Hezretê Ayetullah Xaminêyî îro di hevdîtina tev bijardeyên ciwan û xwedîpilleyên zanistî da got: Gelê Îranê , gelekî bilquwe bijartî û jîr e lewma ji berê va bûye armanca şerê nerm ê piçûkker ê koledar û talankeran ta ku şîyan û jêhatîbûna xwe ji bîr bike û heta inkar bike û vê derewa mezin a ``em nikarin`` qebûl bike.

Rêberê Înqilabê got: Di dîroka 200 salên vê dawîyê ya Îranê da jî koloniyalîst, koledar, talanker û hikimdarên serdemê jî piropaganda vê yekê kirine ku gelê Îranê nikare ku serketina şoreşa Îslamî ev demajoya bi dawî anî.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî amajeyî ayetên Quranê yên derbarê dûhatên nerênî yên xafilbûnê kir û got: Xwedê di pirtûka esmanî da hişyarîyê dide ku dijmin dixwaze hûn ji çek û darayîyên xwe xafil bin ta ku rihet êrişî we bike ku ev mijara ligorî zext û haykûfan li cîhanê yên derbarê balafirên bêfirokevan û mûşekan balkêş e.

Rêberê qedirgiran ê şoreşa îslamî gotinên xwe yê çend salan berî nika derbarê pêşeroja Îranê û pêwîstîya pêşengbûna di warê zanista cîhanî da bi bîr xistin û got: Divê em wisan pêngavan rakin ku di pêşerojeke maqûl da, Îran bibe çakvanîya zanista cîhanî û her kes jibo bidestxistina nûtirîn encamên zanistî, neçar bibe ku zimanê farisî fêr bibe, çawan ku di hin qonaxên dîrokê da, îranî li qûçên zanista cîhanî bûn û pirtûkên zanyarên Îranê li zanîngehên rojava û rojhilata cîhanê bûn çavkanîya dersdayînê jibo ehlê zanistê.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî jibo bidestxistina wê pêşeroja geş û sedema şanazîyê 3 qonax pêwsît zanîn. Yekem: Hewildana zêde jibo tijîkirina qelişta nika ya bi xetên pêşîn ên zanista cîhanî, Duyem: Derbasbûna ji sînorên zanista cîhanî û raberkirina keşfên nû yên zanistî bo civaka mirovantîyê, û sêyem avakirina şaristanîyeta nû ya islamî ser bingeha zanista xêrdar.

Rêberê qedirgiran ê şoreşa îslamî hişê çêkirî meseleyeke girîng û avakerê pêşerojê bi nav kir û got: Vê yekê di birêvebirina cîhanê di pêşerojê da rola xwe heye û divê em wisan kar bikin ku Îran di rêza 10 welatên sereke yên hişê çêkirî li cîhanê da cî bigire.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî zemînesazî jibo firotina berhemên şirketên zanistbingeh bo welatên din erkeke sazî û dezgehên dewletê zanî û got: Ji bilî hewildana dewletê û şirketan jibo peydakirina bazara firotinê, pişka derveyî welêt a Sazîya Radyo û Televîzyonên Îranê jî divê jibo reklama kel û pelên îranî plankarîyê bike û pêngavan rake.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*