?>

Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî: Sûrîye di şerekî navnetewî da ser ket

Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî: Sûrîye di şerekî navnetewî da ser ket

Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî got ku berxwedana û rawestana gel û hikûmeta Sûrîyê û serketina di şerekî navnetewî da bû sedema jordaçûna asta hitbarê û serfirazîya Sûrîyê.

ABNA24 : Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî hezretê Ayetullah Xaminêyî îro di hevdîtina tev Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê û desteya digel da, amajeyî serketinên mezin ên Sûrîyê li meydanên sîyasî û leşkerî kir û got: Sûrîyeya îro ne ya berî şêrr e, herçend ku wê demê kavil nebûn lê rêz û hitbara Sûrîyê nika gellekî zêdetir û bilindtir ji berê ye û her kes bi çavê hêzekî li vî welatî mêze dike.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî pêgirî kir ku roja îro Serokomar û gelê Sûrîyê cem gelên herêmê serfiraz in, dîyar kir: Hin serokên welatên navçeyê bi serokên Rêjîma Sîyonîst ra dicivin û qaweyê vedixwin lê gelên hema wan welatana di Roja Qudsê da dadikevin kolanan û bi durişman dijî Rêjîma Sîyonîst diqîrin û eva rastîya roja îro li herêmê ye.

Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî herwiha şehîd serdar sipehbod Hecî Qasim Silêmanî bi bîr anî û rêz li wî girt û got: Wî şehîdê qedirbilind tesîbeke taybet ser Sûrîyê da hebû û bi rastî fidakarî dikir û serederîya wî li Sûrîyê hema serederîya wî ya di dewra berevanîya pîroz a heştsalî da li Îranê bû.

Wî herwiah got: Şehîd Silêmanî û pilledarên berbiçav ên din ên Sipahê ji wan şehîd Hemedanî, bi rastî ji dil û can hewil didan û meseleya Sûrîyê weke erk û ferzeke pîroz dizanîn. 

Hezretê Ayetullah Xaminêyî herwiha amajeyî hin welatên ku di salên buhurî di bereya himberî Sûrîyê da bûn û nika jî dostanî û dilovanîyê nîşan didin kir û got: Divê ji ezmûnên berê, rêya siberojê were ronîkirin û dîyarkirinê.

Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê herwiha got ku morala geş a serokomarê Sûrîyê zemîne jibo karên mezin pêk anî û dîyar kir: Serokomar û dewleta Komara Islamî ya Îranê jî bi rastî moraleke xurt û bilind hene û bi awayekî ciddî bala xwe didin ser mijara Sûrîyê ku divê ev derfeta jibo jordabirina zêdetir ji berê ya asta peywendîyên her du welatan were bikaranînê.  

Serokomarê Sûrîyê jî qedrê gel û delweta Îranê ji ber helwest û piştgirîyên ji Sûrîyê girt û herwiha rêz li şehîd Silêmanî girt û got: Rawestan û helwestên Komara Isalmî ya Îranê di 40 salên buhurî derheq meseleyên herêmê û nemaze mijara Filistînê da, rayî hemî gelên herêmê da ku rêya Îranê rêyeke durist û isûlî ye.

Bişar Esed herwiha got: Meriv dikare kavilên ji ber şêrr ava bike lê heke isûl ji nav herin, nikarin jinûva bên avakirin û berxwedana gelê Îranê û pêkutîya wî gelî ser isûlên Imam Xumêynî (RE) ku bi rênimûnîyên Hezretê Ayetullah Xaminêyî hat domandin, bû seb ku gelê Îranê, gelên herêmê û nemaze gelê Filistînê serketinên mezin bi dest bixin.

Serokomarê Sûrîyê herwiha got: Hin kes xeyal dikin ku piştgirîya Îranê ji Bereya Berxwedanê bi çek û rextan e di halekî da ku alîkarî û piştgirîya herîgirîng a Komara Islamî ya Îranê xurtkirina morala berxwedanê û domandina wê ye û peywendîyên istiratêjîk ên Îran û Sûrîyê bûn sebeb ku Rêjîma Sîyonîst nekare li navçeyê serdest bibe. 

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*