?>

Reîsî bi fermî pêşwaziya Serokomarê Qazaqistanê kir

Reîsî bi fermî pêşwaziya Serokomarê Qazaqistanê kir

Merasima pêşwaziya fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hevtayê xwe yê qezaqistanî li komavahiya Dîrokî-Kultûrî ya Sedabadê hat lidarxistin.

ABNA24 : Hevdîtinên bi Serokomarê Îranê, lidarxistina civîna hevpar a heyetên payebilind ên du welatan û îmzakirina çend belgeyên hevkarî û hevhatinnaman, ji bernamên sefera yekrojî ya serokomarê Qezaqistanê bo Têhranê ye.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariya Îranê, serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro (Yekşem) li Kompleksa Dîrokî-Kultûrî ya Sedabadê bi fermî pêşwaziya Qasim Cumert Takayev serokomarê Qazaxistanê kir.

Di merasimê de, piştî ku marş û sirûdên netewî yên Komara Îslamî ya Îranê û Qezaqistanê hat lêxistin, serokên her du welatan serdana yekîneya merasimê kirin û piştre heyetên pilebilind ên pêre, ji hev re hatin nasandin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*