?>

Rejîma Siyonîst 450 mûşekên din li mal û avahiyên sivîl ên Xezeyî xistin

Rejîma Siyonîst 450 mûşekên din li mal û avahiyên sivîl ên Xezeyî xistin

Artêşa Rejîma Siyonîst ragihandiye di heyama 40 deqîqan de 450 mûşek avêtine Xezeyê û 150 amanc girtine. Heya vê demê piraniya deverên ku Rejîma Siyonîst kirine armanca êrişên xwe deverên sîvîl bûne ê xelkê sivîl û zarok û jin bûne qurbanî.

ABNA24 : Berdevkê Artêşa Rejîma Îsraîlê Avichay Adraee, di twitekê de ragihandiye, bi 160 balafirên şer û 6 sekoyên mûşekhilgir di nava 40 xulekî de 450 mûşek avetine Xezzeyê û 150 navend kirine amanc.

Ji roja duşemê 10.05.2021ê Rejîma Siyonîst bi giranî deverên sivîl ên li Xezeyê û Xan Yunisê   borduman dike û komên berxwedanê û Hamas jî bi mûşekan deverên siyonîstî dikin armanc.

Di encama êrişên Rejîma Siyonîstî heta niha 103 fîlîstînî ji wan bi dehan jin û zarok şehîd bûne û bi dehan fîlîstînî jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve di encama bersiva komên berxwedanê li hemberî êrişên Rejîma siyonîstî jî heta niha 7 siyonîst hatine kuştin û bi dehan siyonîstên din jî birîndar bûne.

Aloziya di navbera Fîlîstîn û Rejîma Siyonîst ji ber hewldana vê rejîmê bûna valakirina taxa Şêx Cerrah ji filistîniyan û êrişa çekdarên siyonîst ser mizgefta Eqsayê, rûdaye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*