?>

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê dê were Têhranê

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê dê were Têhranê

Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî li Viyenê, qala hatina Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bo Têhranê kir.

ABNA24 : Kazim Xerîb Abadî, roja Şemiyê got: Rafaêl Grosî di vê seferê da dê digel Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê bicive. Du alî her wiha dê daxuyaniyeke hevpar bidin.

Pêştir medyayên derveyî derbarê hatina Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bo Îranê hin guman hilêxistibûn. 

Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê sala borî lihevkirinek jibo raberkirina hin seredanên xwebexş ji aliyê Îranê bo du cihên diyarkirî û hêsankirina çalakiyên ceribandina rastiyê yên ajansê li hev kirin. 

Ev lihevkirin carekê beriya derbasbûna dema bi qasî mehekê û heta roja 23ê Tîrmehê hat dirêjkirin, lê Îranê piştî wê yekê dema wê dirêj nekir.

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê dibêje ku protokola zêdekirî îzna seredana berfirehtir bo pêzanîn û cihên heyî li Îranê dide vê rêxistina navneteweyî.

Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê sala borî qanûnek pesend kir ku dewletê neçar dike ku heke boykot neyên rakirin, çavdêriyên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li Îranê bide rawestandin,

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*