Sêrgêyî Lavrov ku demekê wek siyasetvanekî jêhatî rêz lê dihat girtin, hêdî hêdî ev rêza xwe ji dest daye. Axaftina wî di Konseya Mafên Mirovan a NY ku 140 dîplomatî terka salûnê kir, nîşana vê rastiyê ye.
ABNA24 : Li gorî rapora Deutsche Weleyê, Destdirêjiya leşkerî ya Rûsiyê li ser Ukraynê û gotinên bi gengeşe yên Sêrgêyî Lavrov ji bo pînekirina vê yekê, kesayetiya dîplomatê herî nasyar ê ûris di qada navneteweyî da gelekî tûşî reş kiriye.
Wezîrê derve yê Rûsiyê di mehên dawiyê da rêz û pêbaweriya xwe wek siyasetvan û gotûbêjkerekî xwedan rêz zêdetir ji berê ji dest daye. Sêrgêyî Lavrov ku di Adara 2022an da bû 72 salî, xebata xwe li Wezareta derve di dehika 70î ya mîladî da û li Yekîtiya Soviyetê dest pê kir. Rastî ev e ku Lavrov bûye berevanê rijd û cidî yê Koşka Kremlînê, di her mijarekê da û bi her awayî.
Lavrov: Mesele pêşeroja cîhanê ye û eva ku ev pêşeroj dê çawa be: "Tekcemserî û di bin fermana Amerîkayê da, wisa ku Waşîngton dixwaze û welatên rojavayî pejirandiye; an jî azad û demokratîk."
Di warê navneteweyî da êdî tiştek ji rêz û hurmeta ku kevnedîplomatê ûris di heyama salan da bi dest xistibû, nemaye.
Civîna Konseya Mafên Mirovan a NY ku di destpêka meha Adarê da li Jenevê hat lidarxistin, neynikek e ku bi tamî şêwaza rûbirûbûna bi Lavrov di warê navneteweyî da nîşan dide; bi destpêbûna axaftina wî di vê civînê da derdora 140 dîplomat ji salûnê derketin.
342/