?>

Pêkutîya serleşker Baqirî ser pêwîstîya berfirekirina peywendîyên berevanîyê yên Îran û Tirkîyê

Pêkutîya serleşker Baqirî ser pêwîstîya berfirekirina peywendîyên berevanîyê yên Îran û Tirkîyê

Serokê erkantîya gişt hêzên çekdar ê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser sînorê hevpar ên Îran û Tirkîyê û li ser pêwîstîya berfirekirina peywendîyên her du welatan di warê berevanîyê de sekinî.

Serleşker Mihemed Baqirî li dawîya seredana xwe ya sêrojî bo Tirkîyê ji nûçegihanê me re got ku ev seredana û encamên muzakireyên wî digel rayedarên Tirkîyê erênî bûn û ragihand ku dabînkirina elwehîya sînorên hevpar, sekinîna li hemberî têrorîstan û alûgurên Sûrîye û Iraqê ji mêhwerên herîgirîng ên gotûbêjên her du alîyan bûn.

Serleşker Baqirî herwiha got: Îran û Tirkîye li têkoşîna vebirr a li hemberî komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê û sekinîna li hemberî bandorên nerênî yên hebûna zilhêzan li navçê hevdeng in.

Serokê erkantîya gişt hêzên çekdar ê Komara Islamî ya Îranê roja sêşemê digel desteyeke pilebilind a leşkerî û sîyasî giheşte Enqereya paytexta Tirkîyê û bi general Xulûsî Akar serokerkanê artêşa Tirkîyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Serleşker Baqirî li vê seredanê digel Receb Teyîb Erdogan serokomar, wezîrê berevanîyê û çend rayedfarên pilebilind ên eskerî yên Tirkîyê civîya û gotûbêj kir.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*