?>
Rêberê Mezinê Înqilaba Îslamî di hevdîtina li gel helbestvanan de:

Reqisîna şûrê “cahiliyeta modern” li kêleka “cahiliyeta qebîlewî” hîciv bikin.

Reqisîna şûrê “cahiliyeta modern” li kêleka “cahiliyeta qebîlewî” hîciv bikin.

Di salroja vîladeta Îmam Hesenê Mucteba (a) de komek kes ji ehlê çand, helbest û wêjeya farisî li gel Rêberê Mezin ê Îqilaba Îslamî hevdîtin pêk anîn.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, di salroja welidîna Xweyî Keremê Ehlê Beytê Hezretê Hesenê Mucteba (a) komek kes ji ehlê çandê, memosteyên helbest û wêjeya farisî û helbestvanên ciwan û kedyar ên welêt û hejmarek ji helbestvanên Hindistan, Efxanistan û Tirkiyê li gel Rêberê Mezinê Înqilaba Îslamî Ayetullah Xaminêyî hevdîtin pêk anîn.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî di vê hevdîtinê de dilxweşîya xwe ya ji bizava ber bi geşbûn û pêşveçûnê ya helbesta welêt anî ziman û helbest wek serweta neteweyî binav kir û lê zêde kir: Ji destpêka Înqilabê ve hin xebatên ji bo vegorandina berîyê helbestê ji armancên înqilabê hebûn û ev xebat hîn jî hene û berdewam in.

Rêberê Înqilaba Îslamî, cereyana serdesta helbestê ya berî Înqilaba Îslamî wek cereyana di xizmeta têgînên li derî “agahî û hişyarîya neteweyî” dazanîn û got: Li dorhêla wêjeyî ya wê demê, piranîya kesên ku îdîaya nûjenî û nûhizrîyê dikirin ti xizmetek ji pêşveçûna welêt û xwe nûkirina rastîn û sehîh re nedikirin.

Wî, serketina Înkilaba Îslamî destpêka heyameke nû ya helbestê û çûna ciwan û helbestvanên bimoral ber bi sitrîna “helbesta ku besîretê zêde dike û di xizmeta armancên welêt de ye” dazanîn û lê zêde kir: Daîreya helbestvanên hane roj bi roj ferehtir bû û îro, şikra Xwedê, helbestên ku bi armancên înqilabê re lihevhatî ne û ber bi rişd û pêşveçûnê ve diherikin, serdest in.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, “sekinîn û sêwirîna gihîştina rawestgeha dawîn” wek jehreke kujer ji bo helbestvanan binav kir û bi bîr xist: Dara helbestê ya welêt, xweyî potansîyel û qabilîyeteke hîn zêdetir e ji bo bişkivîn û şuxlînê û divê di warê “peydakirina vehewan û mezmûnê û pişketina peyvan û întiqala têgînan” de hewl û baldarîyeke zêdetir were dayîn.

Rêberê Înqilaba Îslamî, amaje bi qelsîya heyî ya di warê ragihandina bûyerên welêt û rewşa kesayetîyên neteweyî û her wiha îhmalkarî û tiralîya Îranîyan ya di vî warî de kir û got: Îmamê me yê hêja şexsîyeteke dereceya yekem e ku yar û neyar mezinatîya wî îtiraf dikin lê heya niha çend kitêb derheqê vî şexsîyetê mezin de hatine nivîsîn?

Wî her wiha rûdanên Sûriyê û parazvanên Heremê û babetên girîng ên Iraqê hêjayî sitrîna bi sedan û bi hezaran helbest zanî û lê zêde kir: Haya piranîya gel jê nîne ku Amerîkî li Iraqê li dû kîjan armancê digerîn û çewa serê wan li kêvir ket, lê ev mijar pir girîng û mihtacê ravekirinê ye ku çewa Iraqa Seddam vegerîya û bû Iraqa Şehîdê Hekîm?

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, tewsiye li helbestvanan kir ku li ser çêkirina menzûmeyan û her wiha sitrîna di beşa hîcwê de di warê hin mijarên balkêş ên cîhana îro rawestin û got: Peyxemberê Ekrem (s) destûr da sehabekî xwe yê şair ku mişrikan hîcw bike û îro jî di hin waran de mîna reqisîna şûrê“cahiliyeta modern” li kêleka “cahiliyeta qebîlewî” an cihgirtina rêveberîyeke wek Erebîstana Siûdî di komîsyona mafê mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de pêdîvê heye ku ev mijar bi cid werin hîcw kirin.

Di vê hevdîtinê de ji helbestvanan 30 kesan helbestên xwe di hizûra Rêberê Înqilaba Îslamî de xwadin.

Her wiha helbestvanan li dûyî Rêberê Înqilaba Îslamî nimêja êvar û `îşayê kirin û fitara xwe li gel wî vekirin.

                      


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*