?>

Rola Îranê di vegeriyana aramiyê bo navçeya Qefqazê da

Rola Îranê di vegeriyana aramiyê bo navçeya Qefqazê da

Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Beşdariya Îranê di gotûbêjên şeşalî yên Qefqazê dê bibe sebeba vegeriyana aramî û ewlehiyê bo navçeyê.

ABNA24 : Li gorî rapora ajansa Xaneyê Milet, Fedahusên Malikî, Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê wek berteka derbarê tekeziya Rûsiye û Tirkiyê li ser beşdariya Îranê di gotûbêjên "3+3 Qefqaz" da got: Îrana Îslamî hêza yekem a navçeyê ye û beşdariya wê di gotûbêjên şeşalî yên Qefqazê da dê gelekî bibandor be. 

Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Bûyerên navbera Bakû û Yêrîvanê têkildarî mijarên dualî nînin, belkî fêl û hîleyên israyîliyan e û hin welat di bin bandora wan da hin kiryaran pêk tînin ku qeyranê kûrtir dike.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*