?>

Rûdaw: Di şerê PKKê û Pêşmerge de li Amêdiyê pêşmergeyek hat kuştin

Rûdaw: Di şerê PKKê û Pêşmerge de li Amêdiyê pêşmergeyek hat kuştin

Ji ber şerê şeva bihorî di navbera PKKê û Hêzên Pêşmerge de li nêzîk qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê, pêşmergeyek hat kuştin ku ji kurdên Tirkiyê ye û biryar e termê wî li bajarê Zaxo bê veşartin.

ABNA24: Li gor Rûdawê, Şeva bihorî 13ê Kanûna 2020an derdora saet 23:30, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe, di wê demê de di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de alozî derketiye û teqe hatiye kirin.

Di encama wê aloziya navbera PKKê û Pêşmerge de, pêşmergeyekî Leşkerê Roj bi pileya Mulazim Yekim canê xwe ji dest daye.

Bedel Bendî, Fermande ji Leşkerê Roj ji Rûdawê re ragihand, “pêşmergeyê ku di bûyera şeva derbasbûyî de hatiye kuştin, navê wî Ebdurehan Emîn e û pileya wî Mulazim Yekem û xelkê Kurdistana Tirkiyê ye.”

Bedel Bendî herwiha got, “biryar e termê wî pêşmergeyî îro li bajarê Zaxoyê bê veşartin.”

PKKê jî ragihandiye ku di vê pevçûnê de 3 endamên wê bi giranî birîndar bûne.

Zêdetirî mehekê ye li çend navçeyên sînorê Duhokê, Hêzên Pêşmerge li çend cihên nû hatine bicihkirin û ji ber liv û tevgerên Hêzên Pêşmerge û danîna xalên nû, di navbera Pêşmerge û PKKê de alozî derketiye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*