?>

Rûhanî: 1400 dê sala geşbûna aborî ya Îranê û dawiya serdema dijwar û şerê aborî be

Rûhanî: 1400 dê sala geşbûna aborî ya Îranê û dawiya serdema dijwar û şerê aborî be

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Hevahengiya Aborî ya Dewletê da destnîşan kir: Bêguman sala 1400î dê sala destpêbûna dubare ya geşatiya aborî ya welêt û serêxwegirtina berxwedana sêsalî ya gel di şerê aborî yê dijmin da be.



ABNA24 :Civîna dused û duwazdehem a Erkantiya Hevahengiya Aborî ya Dewletê roja Yekşemiyê û di yekem roja sala 1400î bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê û tevahiya endamên erkantiyê hat lidarxistin û di vê civînê da li ser hewildana giştalî ya dewletê heta roja dawiya çalakiya xwe jibo geşatiya aborî ya Îranê bi dewama pêvajoya ber bi pêşketinê ya berhemanîn û piştgirî û rakirina berbendan ji ser rêya wê hat destnîşankirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê civînê da bi gotina vê yekê ku dewletê kariye di sê salan şerê aborî yê bêmînak û zexta herîpirr a Amerîkayê dijî gelê Îranê di rewşa dijwar da çerxa abora welêt bigerîne û welêt bi rê ve bibe, destnîşan kir: Ev dewlet dê îsal jî hemî hewildana xwe jibo piştgirî û rakriina berbendan ji ser riya pêşdeavêtina berhemanînê û dewama pêvajoya pêşketina hevseng a welêt pêk bîne.

Wî her wiha di vê civînê da wezîrên aborî yên dewletê erkdar kirin ku di dema herî lez da bername û siyasetên operasiyonî yên amadekirî jibo rakirina berbendên berhemanînê û piştgiriya ji navendên berhemanînê yên welêt bi lezeke zêdetir ji berê bişopînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi kiryarên pêkhatî di sala bihurî da jibo serêxwegirtina dirûşmeya "Pêşdeavêtina Berhemanînê", got: Beşek ji tiştê ku sala 1399an derbarê dirûşmeya salê pêk hta, di warê binavahiyên pêşketina welêt bûye ku bandorên wê di jiyana gel da dê hêdî hêdî û di pêşerojê da were dîtin û dê bibe sebeba pêşketina welêt di salên bê da.

Rûhanî her wiha da zanîn ku zêdekirina berhemanînê pêwîstî bi hevkarî, yekîtî û hevgirtina sê saziyên welêt û gişt rêxistinan û hevrêtiya gel di piştgiriya ji navendên berhemanînê û alîkariya bo rakirina berbendên ser riya berhemanînê ne û got: Beşa Ne-dewletî dikare roleke girîng di vî warî da bilîze.

342/

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*