?>

Rûhanî: 15ê Xordadê roja têkçûna Amerîkayê li hemberî ramana Îmam Xumeynî (re) bû

Rûhanî: 15ê Xordadê roja têkçûna Amerîkayê li hemberî ramana Îmam Xumeynî (re) bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: 15ê Xordadê nîşan da ku rejîmeke herî zêde bi çek û bi palpiştiya Amerîkayê, nekarî li hemberî ramana Îmam Xumeynî (re) tê bikoşe û têk çû.

ABNA24 : Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di rêûrisma vekirina projeyên neteweyî yên Cotkariyê da got: Gelê ku baweriya xwe bi rê, raman û bizava Îmam Xumeynî anîbû, li hember işkence û zîndanê li ber xwe da û zindan û zextan ne tenê nebûn astenga rê, belkî rê vekirin û nekarîn pêşiya aqil û ramanê bigirin.Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Divê em gişt bidin ser riya Îmam Xumeynî (re) da ku bikarin welêt ji hêla madî û manewî va bidin ser riya pêşketina zêdetir.

Îmam Xumeynî (re) di roja Aşûraya sala 1342an a Koça heyvî li Medreseya Feyziyeya Qumê bi axaftineke tund perde ji ser cinayetên rejîma Pehlewî û têkiliya Şah bi rejîma Israîlê hilanî.

Memûrên rejîma Pehlewî di 15ê Xordada 58 salan beriya niha û di bûyereka tehl da û li pey wê axaftinê, bi êrîşa ser mala Îmam Xumeynî (re) li Qumê, ew girt. 

Piştî wê yekê gel li bajarên Îranê xwenîşandan bi rê xist û di encamê da hêzên serkutker ên rejîmê bi êrîşa hovane ji wan êrîşa ser medreseya Feyziyeyê, hejmareke zêde ya gel şehîd û birîndar kirin an girtin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*