?>

Rûhanî: Beşdariya bihêz a Îranê di danûstandinên Viyanayê de nîşana têkçûna zexta herî zêde ya dijminan e

Rûhanî: Beşdariya bihêz a Îranê di danûstandinên Viyanayê de nîşana têkçûna zexta herî zêde ya dijminan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, beşdariya bihêz a Îranê di danûstandinên Viyanayê de nîşana têkçûna zexta herî zêde ya dijminan da zanîn.

ABNA24 : Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, îro Sêşemê, di civîna koma çalakên sîyasî de, tekez kir ku bi berxwedana neteweya Îranê, îro şerê aborî yê dijmin û zexta herî zêde têk çû û Amerîkî û hemî cîhan bi vê têkçûnê îtiraf dikin, wî di dewamê de go: "Îro em bihêztir ji berê di gotûbêjên Viyanayê de beşdar in.

Rûhanî diyar kir ku îro wateya hebûna bi hêz a Îranê di danûstandinên Viyanayê de têkbirina tekez a zexta herî zêde ya dijminan e û di dewamê de got: Danûstandin ji sedî 60, 70 pêşveçûn hebûne û heke Amerîkî di çarçoveya rastî û dirustiyê de tevbigerin, em ê di demek kurt de bigihêjin encamê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku di danûstandinan de em nakevin lezê, lê emê bixebitin ji derfeta çêbûyî sûda herî zêde bistînin û pişt re got: Em di çarçoveya ku ji hêla Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ve di derbarê danûstandinan de hatiye diyarkirin danîn dimeşin û vê çarçovê de jî bidomînin.

Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber dorpêçan li riya jinavbirina Korona derketin û di vê barê de got: "Di dema şerê sepandî ya Rejîma Beis a Iraqê li dijî Îranê de em bi qasî ku niha ji ber şerê aborî ketine ber zext, li ber zext û zorê nebûn, lê îro bi alîkariya berxwedana neteweya Îranê di bin rêberî û rênimoniyên Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî me zehmetî derbas kirine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro sêşemê li axvtineke din li dused û nûzdehemîn civînaErkana Hevahengiya Aborî ya Dewleta Îranê got: Vakslînlêdana berfireh û herî zêde ji bo parastina tenduristiya gelê Îranê di serê hemî bername û kiryarên hikûmetê de ye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*