?>

Rûhanî: Bila boykot û şerê aborî wek cinayeta bêdeng dijî mirovahiyê were naskirin

Rûhanî: Bila boykot û şerê aborî wek cinayeta bêdeng dijî mirovahiyê were naskirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Bila boykot û şerê aborî wek cinayeta bêdeng dijî mirovahiyê were naskirin.

ABNA24 : Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna roja Sêşemiyê ya Erkantiya Hevahengiya Aborî ya Dewletê da got: Pêwîst e ku jibo haydariya giştan belgeya cinayeta sepandina şerê aborî û sepanderên boykotên giştalî û kêmdîtî were weşandin da ku gişt cîhan ji cinayeta dijî mirovahiyê ya dewleta Trump dijî gelê Îranê haydar bibe.

Rûhanî tevî amajeya bi dûhatên şerê aborî û bandora wê li ser pêşketina aborî ya welêt û jiyana gel got: Cinayeta dijî mirovahiyê bi awayê normal di raya giştî da beranberî şer û pevçûna leşkerî tê zabnîn; Di rewşekê da ku boykot û şerê aborî jî divê wek cinayetek bêdeng dijî mirovahiyê were zanîn û tomarkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran wek qurbaniya vê kiryara nemirovî, dê belgeya cinayeta boykotkeran ji cîhanê ra raber bike.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*