?>

Rûhanî: Boykotan tu destkewtek bo dijminan tinebûne

Rûhanî: Boykotan tu destkewtek bo dijminan tinebûne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku cihanîna boykotan li dijî gelê Îranê, destkevtek bo dijminan tinebûye û got: Komara Îslamî ya Îranê zexta herî zêde ya Emerîkayê derbas kiriye.

ABNA: Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li civîna rojnamevaniyê bal kişand ser vê yekê ku boykotên li dijî Îranê dê bê encam bibin û got: Hemî armanca Emerîkayê ev aye ku  bi zext û zora herî zêde ser dewlet û gelê Îranê, Komara Îslamî ay Îranê bikşîne  ser maseya muzakirê, lê eva tu carî serê xwe nagire.

 Rûhanî li bara hewldana dewleta Îranê li bara plana aşitiya Hormizê jî diyar kir: Bo hemî cîhanê eşkere ye ku  li navça rojava  Asiyayê, aşitî û aramî bêyî hevkariya Îranê serê xwe nagre.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser rola serdar Qasim Sulêymanî, fermandê şehîd ê hêza Qudsê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî û got: Şehîd Sulêymanî  li dû aramî û aşitiyê li navça hestyar a Kendava Farsê û rojava Asiyayê bû.

 Rûhanî her wiha bal kişand ser qeyrana Yemenê û got: Erebistan divê destdirêjiya ser Yemenê rawestîne û mesela Yemenê divê bi destê xelkê Yemenê bi xwe çareser bibe.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*