?>

Rûhanî: Ji bilî rakirina boykotan li ser Îranê çareyek din tune

Rûhanî: Ji bilî rakirina boykotan li ser Îranê çareyek din tune

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî behsa danûstandinên ji bo vejandina Rêkeftina Navokî li Viyenayê kir û got: Danûstandinên Viyena hêza mezin a Îranê nîşan dide û îro cîhanê qebûl kiriye ku ji bilî lihevkirina digel Îranê û rakirina dorpêçan çareyek din nine û ev serkeftinek mezin e jibo gelê mezi ê Îranê.

ABNA24 : Rûhanî îro li hevdîtina komek ji çalaknên aborî qala armanca şerê aborî yê Trump li dijî Neteweya Îranê ku heman hilweşandina welat  û roxandina nizama Îranê bû kir û got: Roja îro, bi berxwedana milet û rêberiya Bilind û bisaya hewldanên ku hatine kirin, hemî cîhan û Amerîka bi xwe li xwe muqir tên ku şerê aborî têkçûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Ger em pêşveçûna welatê xwe dixwazin divê ku em cih û şûna zanistî mû aborî ya welêt pêş bêxin.

Rûhanî abora gelanî ya li ser bingeha zanist û îxracatê ji xêmên sereke yên abora berxwedêrda zanîn  û got: Ger em dixwazin abora welatê me pêşkeve em nikarin bi tenê li ser bazara navxwe bifikirin , divê ku em tercîh bikin hin kel ûpelan berhembînin ji bo ku bifiroşin derve.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê çalakên aborî wek serbazên aborê li şerê aborî yê dijmin da zanîn û got: Bi saya xebat û têkoşana heralî ya çalakên aborî û bi rênimûniya rêberê mezin û hewldanên dewletê rê li ber hilweşiyana abora welêt  û di vî halî de rê li ber hilweşyana welêt hat girtin.Raste xelkê gelek zext û zor dîtin, lê wan bi can li berwe dan û dewlet jî qasî ku dikare piştgiriya wan dike.  

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*