?>

Rûhanî: Me qebareya hinardeya welat di ser 40 mîlyar dolarî re ragirt

Rûhanî: Me qebareya hinardeya welat di ser 40 mîlyar dolarî re ragirt

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku me qebareya hinardeya welat di ser 40 mîlyar dolarî re ragirt.

ABNA24 : Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyona Îranê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di kombûna navenda hevrêziya aborî ya hikûmetê de, got: "Di mercên xirabtirîn ên fişaran de, qebareya hinardeya welat di ser 40 mîlyar $ re hate parastin û bandora derbe û zextz Amerîkayê li ser dahatên biyanî yên welat hate bêencamkirin."

Rûhanî her wiha got: "Di van salan de, me di encama bikaranîna siyasetên aboriya berxwedanê ya ku ji hêla Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ve di seferên parêzgehan de me bi çavên xwedît ku welat karî bi tenê li hember vê zextê li ber xwe bide."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Di 3 salên paşîn de, digel hemî fişaran, çalakiyên avakirina welêt li parêzgehan nesekinîn û ji aliyekê ve, sermiyana binesaziya welêt li deverên curbicur ên rêhesin, otoban û bendavan pêşketineke banzdanî hebûye û ji aliyek din ve, di warê dabînkirina xanî, gaz, înternet û nexweşxanan de ji bo gel  zêdebûneke bêhempa dikeve ber çavan.

Rûhanî destnîşan kir ku wê demê nirxê van destkeftiyan zelal dibe ku piraniya van xizmetan di bin dorpêçên dijwartir de di dema şerê aborî de hatin kirin, Rûhanî herwiha bang li lêkolîner û çalakvanên medyayê kir ku rastiyên şerê aborî û serkeftina Îranê ya li hemberî Amerîkayê bînin ziman.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*