?>

Rûhanî: Vaksînasiyon dê ji bo xelkê bi giştî belaş bibe

Rûhanî: Vaksînasiyon dê ji bo xelkê bi giştî belaş bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Navenda Neteweyî ya dijî Coronayê de, tekez kir ku aşî(vaksîn) ji bo hemî gelê Îranê belaş e û di vî halî de got ku pêdivî ye kesên ku qayide û qirarên qerentînê berçav nagirin bersiva vî karê xwe bidin.

ABNA24 : Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro desnîşan kir ku rapora ku ji bajar û parêzgehan digihêje destê me hîn pandemya Koronayê li piraniya parêzgehan li qoçê jorîn da ye  û hîn jimara pêketî û pêmiriyan li jor e û eva ji me re fukaran çê dike. di vê rewşê de ti riyeke tine ji bilî vê yekê ku di vê hefteyê û pir muhtemel e di hefteya tê çavdêrî û sînordarkirin zêde û berfire bibin.

Rûhanî tekez kir ku pêdivî ye tîmên çavdêrîkirinê yên taybetî bêne çêkirin da ku lênihêrînê zêde bikin û bi prensîbên tenduristiyê re tev bigerin û got: Divê hemî dezgehên ku bi awayekî wezîfedarê çavdêriyê ne, divê çavdêriya xwe xurt bikin da ku berçavgirtina qayideyên tenduristiyê zêde bibin, nexwe em nekarin vê pêlê derbas bikin.

Rûhanî qala vê yekê kir ku xeteriyek din îro li pêşiya me ye û ew jî vîrusa Hindî ye û got: Vîrusa Hindî ji vîrusên Brîtanî, Brezîlya, Afrîqaya Başûr û hwd xirabtir e. Ger ev vîrus bikeve welêt, dê pirsgirêkek me ya mezin hebe. Ez dixwazim parêzgarên Xorasana Razawî, Xorasana Başûr û Sîstan û Belûçistan û heta parêzgehên başûr ên wekî Kirman û Hormozgan hişyar bibin û zanibin ku wezîfeyek wan a mezin heye da ku nehêlin ev vîrusa xeternak bikeve nav welêt.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*