?>

Rûsiye: Amerîka çawa ku ji Efganistanê derke, dê ji Sûriyê jî biçe

Rûsiye: Amerîka çawa ku ji Efganistanê derke, dê ji Sûriyê jî biçe

Şandiyê taybet ê serokomarê Rûsiyê li Sûriyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Amerîkayê weke Efganistanê dê ji Sûriyê jî derkeve, ji komên kurd li Sûriyê xwest ku dewsa palpiştiya bi Ameîrkayê bi Şamê ra diyalog bikin.

ABNA24 : Elêksandêr Lavêrêntîv, Şandiyê taybet ê serokomarê Rûsiyê li Sûriyê bi gotina vê yekê ku kurd li Sûriyê di dema niha da li ser hevkariya bi Amerîkayê ra hesab dikin, got: Amerîka dikare biryar bide ku hêzên xwe bi awayekî nişkêvayî ji Sûriyê derxîne, wisa ku li Efganistanê ev kar kir.

Şandiyê taybet ê serokomarê Rûsiyê li Sûriyê got: Bexda bibiryar e ku hêzên amerîkî ji Iraqê derxîne û eger ev yek biqewime, mayîna Amerîkayê li Sûriyê jî jin ber pirsgirêkên lojestîkî ne mumkin dibe.

Wî tevî amajeya bi dewama têkiliya Moskoyêî digel kurdan li Sûriyê, destnîşan kir: Gotûbêja kurdan tev Şamê ne tenê pêwîst e, belkî divê bi bidestxistina rêkareke navîn û lihevkirinên diyarkirî tev aliyê sarî bi dawî bibe.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*