?>

Rûsiyê mayîna di peymana Asimanên Vekirî da girêdayî bi vegeriyana Amerîkayê kir

Rûsiyê mayîna di peymana Asimanên Vekirî da girêdayî bi vegeriyana Amerîkayê kir

Gotûbêjkerê sereke yê Rûsiyê di gotûbêjên Jiçekkirinê yên Viyenê merca mayîna Rûsiyê di peymana Asimanên Vekirî da vegeriyana Ameîrkayê bo vê peymanê da zanîn.

ABNA24 : Kunstantîn Gavriyêlov, Gotûbêjkerê sereke yê Rûsiyê di gotûbêjên Jiçekkirinê yên Viyenê destnîşan kir: Rûsiye dê tenê di rewşekê da li peymana navneteweyî ya Asimanên Vekirî bimîne ku Amerîka sozên xwe yên vegeriyana nav vl peymanê cih bîne.

Gotûbêjkerê sereke yê Rûsiyê di gotûbêjên Jiçekkirinê yên Viyenê got: Heta dawiya Gulanan 2021ê rayedarên Waşîngtonê derfet hene ku di vî warî da biryar bidin.

Peymana Asimanên Vekirî lihevkirinameyeka navneteweyî navbera 35 welatên cîhanê derbarê destûra firrîna balefirên lêgerînê li ser  navçeyên welatên endamê vê peymanê ye.

Rûsiye û Amerîka ji yekemîn welatan bû ku ev peyman wajo kirin.

Ev peymana sala 1992an hat wajokirin û ji sala 2002an va cih hat.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*