?>

Rûsya: Em dê navendên geştyariyê yên Tirkiyê kontrol bikin

Rûsya: Em dê navendên geştyariyê yên Tirkiyê kontrol bikin

Alîkara Serokwezîrê Rûsyayê Tatyana Golîkova ragihand ku dê bi Tirkiyê re derbarê mercên serdana geştyaran de plansaziyêkê pêş bixin û şandeke Rûsî bo rewşa heyî bi nirxîne wê navendên geştyariyê kontrol bikin.

ABNA24 : Şandeya Tirkiyê ku Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Çand û Geştyariyê Mehmet Nurî Ersoy û Alîkarê Wezareta Tenduristiyê Tolga Tolunay tê de cîh digire, bo hevdîtinê çûn Rusyayê.

Şandeya Tirkiyê bi serpereştiya Alîkara Serokwezîr Tatyana Golîkova bi şandeya Rusya re civiyan.

Golikova derbarê civîna ku li paytexta Rûsya Moskovê çêbû daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Golikova di daxuyaniyê de da diyar kir ku dê bo geşta navbera her dû welatan dîsa destpê bike wê rewşa heyî binirxînin û dibêje: “Derbarê pêşxistina plansaziyê bo mercên serdana dualî me li hev kir. Ev biryar wê parastina geştiyarên Rusya yên navêndên geştyariyê li Tirkiyê bike.”

Seroka Ajansa Geştyariya Federal ya Rûsyayê Zarîna Doguzovayê jî diyar kir ku di mijara berdewamkirina peywendiyan bi aliyê Tirkiyê re lihev kirine û amadene ku şandeyekê bişînin Tirkiyê.

Rûsya bi hinceta zêdebûna amarên Coronayê li Tirkiyê, çûnûhatina Tirkiyê ji 15ê Nîsanê heta 1ê Hezîranê rawestandibû.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*