?>

Rûsya pêgehên çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Idlibê bombebaran kirin

Rûsya pêgehên çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Idlibê bombebaran kirin

Balefirên Rûsiya êrîşên xwe yên esmanî li parêzgeha Idliba Sûriyê zêde dike û çend pêgehên komên çete û terorîst ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li ser riya M-4 ya di navbera bajarên Heleb û Laziqiyê de bombebaran kirin.

ABNA24 : Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand, ku balefirên şer ên Rûsyayê devera di navbera bajarokên Qimînas û Sermîn ên li rojhilatê parêzgeha Idlibê 3ê caran bombebaran kirin.

Herwiha balefirên Rûsyayê, bajarokên Meclîya û Miherbilît ên nêzîkî bajarê Erîha li parêzgeha Idlibê li ser rêya M-4, ya di navbera bajarên Heleb û Laziqiyê de bombebaran kirin.

Li van herdu deverên hatine bomebarankirin, xalên leşkerî yên hêzên Tirkiyê hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê dibêje, ku ji dema lihevkirina Serokê Rûsyaê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan de ev, cara yekemîn e ew deverê têne bombebarankirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*