?>

Salroja şehadeta Hezretê Îmam Cewad (s) û tazîdariya bi vê minasibetê

Salroja şehadeta Hezretê Îmam Cewad (s) û tazîdariya bi vê minasibetê

Îrana îslamî li salroja şehadeta hezretê Îmam Muhemed Teqî(s), Cewad-ul-Eîme îmamê nehem ê şîeyên cîhanê şîndar û tazîdar e.

ABNA24: Sibe (Sêşemî) 29ê Zîqedeya sala 1441ê ya .H.Q,  beranberî 21ê Tîrmeha 2020î, salroja  şehîdbûna hezretê Îmam Muhemed Teqî (s) e.

 Hezretê Îmam Muhemed Teqî(S) li Remezana 195`ê H.Q ji dayîk bû û piştî şehadeta bavê xwe yê giranqedr, hezretê Îmam Riza (S) îmamê heştan ê şîeyên cîhanê, îmamet û rêbertiya misilmanan girt istûyê xwe.

 Dewrana jiyan û îmameta  Imam Cewad (S) serdema  geşatiya medeniyeta islamî û pêşxistina hizrên felsefî û bawerîyê bo cîhana îslamê bû.

 Lidarxistina civîn û gengeşeyan tev dijminên mezhebên curbicur, hîndekarî û  fêrkirina xelkê bi taybet ramanweran û herwiha  eşkerekirina  siyasetên li dijî mirovahiyê yên hakimên   serdemê ji wan xebatên  ilmî, çandî û siyasî yên hezretê Imam Muhemed Teqî (S) bûn.

Radyo û televzîyona  Komara Îslamî ya Îranê  bi boneya salroja şehadeta hezretê Îmam Muhemedteqî (S), îmamê nehan  ê şîeyên cîhanê serxweşiyê dibêje misilmanên  cîhanê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*